Radestkirina dereng ya mal

Sen leverans av vara - Nordkurdiska (Kurmancî)

Şîrket, divê di nava muhleta soza wê hatiye dayîn de mal radest bike. Heger soza muhletekê nehatibe dayîn divê mal, ji roja stendinê û pê ve, di nava 30 rojan de radestî te bibe.

Ev nivîs ji zimanê swêdî hatiye wergerandin Nivîs û şiklê rûpelê dikare bi rûpela orîjînal re qiyas cûdatir xuya bike. Nivîsarên bi

Radestkirina malekî kengî derenmayî tê hesibandin?

Bi ya qanûnê malekî derengketî tê hesibandin heger ku yek ji van rewşan rû bide:

  • Mal di nav wê muhleta ku soza wê hatiye dayîn de radestî te nebûye. Muhlet ew dem e ku gava mal distînî tê xuyakirin, weke mînak di şertên kirînê de yan di pejirandina siparîşê de.

  • Muhletek yan peymanek ji bo kengî radestkirina malî nehatiye danîn, lê di ser roja kirînê re 30 roj derbas bûye û mal negîhaye destê te.

Dikarî doza çi ji şîrketê bikî?

Tiştê dikarî doza wê bikî di çarçoveya qanûna xizmetên serfkaran de ye.

Di destê yekê de: Divê şîrket mal radest bike

Mafê te heye ku ji şîrketê daxwaz bikî ku ew soza xwe bicîh bîne û malê te radestî te bike. Di heman wextê de îmkan heye, mesrefa ku ji ber derengmayînê li ser te maye ji şîrketê daxwaz bikî, û peredanê rawestînî. Pêwîst e, berya doza paşvegirtina pereyê xwe bikî, yanê stendinê betal bikî, ewil doza radestkirina malê xwe yê derengketî bikî.

Di destê didûyan de: Divê karibî kirînê betal bikî

Betalkirin tê maneya ku tiştê te stendiye paş ve didî. Bi vî re tu ne mecbûrî ku pere bidî. Di heman demê de şîrket jî ne mecbûre mal radestî te bike. Ji bo karibî kirînê betal bikî divê te, di dema gazinckirina derengmayînê de, muhleteke serzedekirî ya maqûl dabe şîrketê. Muhleteke serzêdekirî tarîxeke dawî ya ji bo radestkirina malî ye û bi vî awayî wexteke maqûl didî şîrketê ku mal radest bike. Heger şîrket nikaribe di dema serzêdekirî de mal radest bike wê wextê dikarî kirîne betal bikî.

Betalkirina bêyî muhleta serzêdekirî

  • Heger te muhleteke serzêdekirî nedabe şîrketê divê derengmayîn xwedî girîngiyeke bingehîn be da ku tu karibî kirînê betal bikî. Minakên derengmayînê yên xwedî girîngiyeke bingehîn ev in:

  • Heger te di dema stendinê de xerentiyek wergirt (weke mînak bi danûstendina bi şîrketê re) ku divê mal di tarîxeke xuyakirî de were radestkirin.

  • Heger ku wext bi awayeke diyar ji bo kirînê xuyakar e, weke mînak heger ku mal dê di wexteke taybetî de were bikaranîn. Minakek ev e, heger te siparîşa pasteyeke daweta zewacê daye, lê ev di wexta xwe de nehetiye radestkirin.

Mafê nedana pere

Ji ber ku mal nehatiye radestkirin, mafê te li gorî qanûnê heye ku pere nedî. Ev, bi armanca ku şîrket mal radest bike, weke sîgortayek bikar tê.

Bedela ji ber derengmayînê

Divê ji ber derengmayîna malî tu bixwe nekevî bin mesrefê. Qanûn maf dide te ku daxwaza bedela mesrefên berçav bikî. Lê ji bo wê zehmetî û wexta ku tu li benda malî bûyî nikarî pere wergirî. Yanê, tu nikarî sirf ji ber libendêmayînê daxwaza bedelê yan jêkêmkirineke bihayê bikî, lê tenê ji bo wan cure mesref û ziyanan ku tu dikarî bi fîş (kvitto) îsbat bikî.

Heger şîrket malê te radest neke û tu mecbûr bibî ku vê bi bihayeke bilindtir li cem şîrketeke din bikirî, ev jî dibe cureyek mesrefa zêde. Jê re dibêjin pêkanîna kirînekê miqabil (täckningsköp).

Ji şîrketê re binivîsîne û doza radestkirinê bike

Têkilî bi şîrketê re dayne û doza radestkirina malê derengmayî bike. Tenê di rewşên îstîsnayî de dikarî stendinê yekser betal bikî. Dema doza radestkirinê dikî divê tu muhleteke serzêdekirî ya maqûl bidî şîrketê, yanî tarîxeke dawî ya ku divê şîrket mal herî dereng radestî te bike.

Şertek ku divê gilîkirinek (reklamation) çawa bê amadekirin tune ye. Lê em tewsiye dikin ku tu bi şîrketê re binivîskî têkilî daynî, weke mînak bi rêya şandina e-nameyekê.

Heger mal negirî doza betalkirina stendinê bike

Heger te muhleteke serzêdekirî ya maqûl dabe şîrketê û ev muhleta serzêdekirî bêyî ku tu malê xwe wergirî derbas dibe, wê demê dikarî têkilî bi şîrketê re daynî û doza betalkirina stendinê bikî. Ne xem e, ka şîrketê bersiva te daye yan na. Ya girîng ew e ku tu karibî îsbat bikî ku te bi şîrketê re têkilî daniye û dozê ji wan kiriye.

Heger şîrket ji te re rabighîne ku ew ê nikaribin di muhleta serzêdekirî de mal radestî te bikin, yan weke alternatîf ew ê qet nikaribin radest bikin, wê demê dikarî yekser doza betalkirina stendinê bikî.

Jibîr neke ku binivîskî bi şîrketê re têkilî dayne, weke mîna bi rêya e-nameyê. Di heman peyamê de bi şîrketê bide zanîn ku erka te ya peredana ji bo malî tune ye. Heger te pere dabe şîrketê, baştir e di vê rewşê de pereyê xwe bi paş ve bixwazî.

Heger biryar bidî ku mal ji şîrketeke din bikirî

Heger tu biryar bidî ku heman malî ji şîrketeke din bikirî, û mecbûr bî bihayeke bilindtir bidî, wê demê îmkana te heye ku bedela ferqa bihayê ji şîrketa ku mal radest nekir bistînî. Ji vê re tê goin pêkanîna kirîneke miqabil (täckningsköp).

Bi armanca ku karibî doza bedela ferqa bihayê bikî divê tu kirînê bi awayeke rastûdurist bikî. Ev tê wê maneyê ku divê tu alternatîfên cuda bi hev re muqayese bikî û yeka bi bihayeke maqûl hilbijêrî. Heger malekî eynî wekî wê nebînî dikarî yeka hevqîmet bistînî. Malekî gelek caran hevqîmet tê hesibandin heger ku kalîte, fonksiyon û biha qiyasdar be.

Heger bi şîrketê re li hev neyî

Heger rêberî ji te re lazim be dikarî bi Alo serfkar (Hallå konsument) re têkilî daynî. Em xizmeteke agahdariyê ya netewî ne, û em dikarin li derbarê mafên te de agahdarî bidin te û bibêjin ka ji bo tu dabaşa xwe bimeşînî çi cure alternatîfên te hene. Em bi awayeke bêalî rê nîşan didin û nikarin dabaşa te ya takekes binirxînin, pirsgirêkan çareser bikin yan di şûna te de bi şîrketan re têkilî deynin.
 Agahiyên têkiliya bi Alo serfkar (Hallå konsument) re.

Heger tu û şîrket li hev neyên dikarî gelek caran li cem Lijneya giliyê ya gîştî (Allmänna reklamationsnämnden – ARN) gilî bikî, da ku ew nakokiya navbera we de mihekeme bikin. Ev belaş e

Li ser webcîya ARN’ê li derbarê gilîkirinê de zêdetir bixwîne.Extern länk Ji bo karibî li cem ARN giliyê bikî divê şîrketê bi temamî yan bi qismî ji daxwaza te re gotibe na, yan jî qet bersivê nedabe te.

När räknas en vara som försenad? 

Enligt lag räknas en vara som försenad om någon av följande situationer uppstår: 

  • Du har inte fått varan inom utlovad tid. Utlovad tid är den tid som framgår när du genomför köpet, till exempel i köpevillkoren eller i orderbekräftelsen 

  • Det finns ingen utlovad eller överenskommen leveranstid, men det har gått minst 30 dagar sedan köpet och varan har inte levererats 

Vad kan du kräva av företaget? 

Konsumentköplagen styr vilka krav du kan ställa mot företaget. 

I första hand: Att företaget levererar din vara 

Du har rätt att kräva att företaget håller sin del av avtalet och levererar din vara. Samtidigt har du möjlighet att kräva ersättning på grund av kostnader du drabbas av till följd av förseningen, och att hålla inne med betalningen. Du behöver oftast börja med att kräva leverans av din försenade vara, innan det kan bli aktuellt för dig att kräva dina pengar tillbaka, det vill säga att häva köpet.  

I andra hand: Att du får häva köpet 

En hävning betyder att köpet återgår. Det innebär att du inte är betalningsskyldig, samtidigt som företaget inte behöver leverera varan. För att kunna häva köpet behöver du ha gett företaget en rimlig tilläggstid i samband med att du klagade på förseningen. En tilläggstid är ett sista datum för när varan ska levereras och är tänkt att ge företaget en rimlig chans att leverera varan. Lyckas företaget inte leverera inom tilläggstiden kan du häva köpet. 

Hävning utan tilläggstid 

Om du inte har gett företaget en tilläggstid måste förseningen vara av väsentlig betydelse för att du ska kunna häva köpet. Exempel på när förseningen kan vara av väsentlig betydelse: 

  • Om du redan vid köptillfället försäkrade dig om (till exempel genom att kontakta företaget) att varan kunde levereras senast ett visst datum. 

  • Om tiden är uppenbart avgörande för köpet, till exempel om varan ska användas vid ett särskilt tillfälle. Ett exempel är om du har beställt en bröllopstårta som inte kan levereras i rätt tid. 

Rätt att hålla inne betalning 

Eftersom varan inte har levererats har du enligt lag rätt att hålla inne betalningen. Det fungerar som din säkerhet för att företaget ska leverera varan. 

Ersättning på grund av förseningen 

Du ska inte drabbas av kostnader på grund av att varan är försenad. Lagen ger dig rätt till ersättning för faktiska kostnader som uppstår på grund av förseningen, däremot inte för besväret eller själva väntan i sig. Du kan alltså inte kräva ersättning eller ett prisavdrag enbart på grund av att varan är försenad, utan bara för kostnader eller ekonomisk skada som du bevisa med hjälp av till exempel kvitton. 

Om företaget inte levererar din vara och du tvingas köpa varan till ett högre pris hos ett annat företag, är det också en typ av merkostnad. Det kallas för att göra ett täckningsköp. 

Skriv till företaget och kräv leverans 

Kontakta företaget och kräv att de levererar den försenade varan. Det är bara i undantagsfall som du kan ha rätt att häva köpet direkt. När du kräver leverans behöver du ge företaget en rimlig tilläggstid, alltså ett sista datum för när företaget senast ska leverera din vara. 

Det finns inga krav på hur en reklamation ska se ut men vi rekommenderar att du kontaktar företaget skriftligen, till exempel genom att skicka ett mejl. 

Kräv att få avbryta köpet om du inte får varan 

Om du har gett företaget en rimlig tilläggstid och tilläggstiden passerar utan att du får din vara, kan du kontakta företaget och häva köpet. Det spelar ingen roll om företaget har svarat dig eller inte. Det viktiga är att du kan visa att du har kontaktat företaget och ställt krav. 

Om företaget meddelar dig att de inte kommer kunna leverera varan inom tilläggstiden, alternativt att de inte kan leverera alls, kan du kräva att få häva köpet direkt. 

Tänk på att kontakta företaget skriftligen när du häver köpet, till exempel via mejl. I samma meddelande kan du upplysa företaget om att du inte har någon skyldighet att betala för varan. Om du redan har betalat kan du i detta läge kräva återbetalning från företaget. 

Om du väljer att köpa varan av ett annat företag 

Om du väljer att köpa en likadan vara av ett annat företag, och tvingas betala ett högre pris, har du möjlighet att kräva ersättning för mellanskillnaden av företaget som inte levererade varan. Det kallas för att göra ett täckningsköp.  

För att kunna kräva ersättning för mellanskillnaden behöver du göra köpet med omsorg. Det betyder att du behöver jämföra alternativ och välja ett rimligt pris. Om du inte hittar en exakt likadan vara kan det vara okej att köpa en vara som är likvärdig. En vara ses ofta som likvärdig om den har motsvarande kvalité, funktioner och pris. 

Om du inte kommer överens med företaget 

Om du behöver vägledning kan du kontakta Hallå konsument. Vi är en nationell upplysningstjänst som kan ge information om dina rättigheter och vilka alternativ du har för att komma vidare. Vi ger oberoende vägledning och kan därför inte bedöma ditt enskilda ärende, lösa tvister eller kontakta företag åt dig.

Kontaktuppgifter till Hallå konsument

Om du och företaget inte kommer överens kan du i många fall göra en anmälan till Allmänna reklamationsnämnden (ARN) för att få tvisten prövad. Det är kostnadsfritt. 

Läs mer om att göra en anmälan på ARN:s webbplatsExtern länk

För att kunna anmäla till ARN måste företaget ha sagt helt eller delvis nej till ditt krav, eller inte svarat alls.

Fäll ihop