Pêkanîna dereng ya xizmetê

Sen leverans av tjänst - Nordkurdiska (Kurmancî)

Şîrket divê, di nav wê dema ku sozê daye an we li ser li hev kiriye de, xizmet pêkbîne. Heger soza muhletekê nehatibe dayîn divê xizmet, girêdayî çi cure xizmet e, di nav wexteke maqûl de pêk bê (bi dawî be).

Ev nivîs ji zimanê swêdî hatiye wergerandin Nivîs û şiklê rûpelê dikare bi rûpela orîjînal re qiyas cûdatir xuya bike. Nivîsarên bi

Xizmetên ku di çarçoveya Qanûna xizmetên serfkaran de ye

Ev agahdarî, ji bo wan xizmetên ku di çarçoveya Qanûna xizmetên serfkaran (Konsumenttjänstlagen) de ne derbas dibe. Qanûn ji bo van tiştan derbas dibe:

  • Karê bi tiştên kêşbar. Weke mînak tamîrkirina otomobîl yan TV.

  • Karê li nekêşbaran, weke mînak avahî yan tesîsên li ser erdê yan li ser avê yan jî li deverên din yên nekêşbar. Weke mînak restorekirina xaniyan yan xebatên boyaxkirinê

  • Hilanînan tiştên nekêşbar. Weke mînak depokirina mobîlya yan hilanîna kêştiyan.

Ev qanûn ji bo tedawiya heywan û însanan derbas nabe, weke çûyîna cem berber yan wergirtina xizmetek ji veterîner. Herwiha ji bo xebatên ragihandiniyê jî derbas nabe, weke mîna barkirina mobîlyayan.

Xizmetek kengî derenketî tê hesibandin?

Bi ya qanûna xizmetên serfkaran xizmetek derengketî tê hesibandin heger ku yek ji van rewşan rû bide:

  • Heget xizmet di nav wê dema soza wê hatiye dayîn yan we li ser li hev kiriye de pêk neyê (bidawî nebe)

  • Muhletek ji bo bidawîkirina xizmetê nehatiye danîn. Lê xizmet, bi çarçove û karakterê xizmetê ve girêdayî, di nav demeke maqûl de bidawî nabe

Dikarî doza çi ji şîrketê bikî?

Tiştê dikarî doza wê bikî di çarçoveya qanûna xizmetên serfkaran de ye.

Şîrket divê xizmet temam bike

Mafê te heye ku ji şîrketê daxwaz bikî ku erkên xwe yên li gorî peymanê pêk bîne û kar temam bike. Di heman demê de mafê te heye ku li derbarê mesrefên xwe yên ji ber derengmayînê çêbûne bedel bixwazî. Mafê te heye jî peredanê rawestînî. Heger xizmet di wexta hatî li hev kirin de dest pê nekiribe heman mafên te hene.

Betalkirin ji ber derengmayîna bi girîngiya mezin

Betalkirina peymanê tê maneya rawestandina xebatê, û ku tu ne erkdarî ku ji bo xizmetê pere bidî. Herwiha li ser şîrketê jî erk nîn e ku xebatê temam bike. Ji bo mafê te yê betalkirina peymanê hebe divê derengmayîn ji bo te girîngiyeke mezin be – yan, li gorî ku di qanûnê de hatiye nivîsandin, girîngiyeke bingehîn be. Weke mînak, derengmayîn tesîreke mezin li ser jiyana te ya rojane bike. Pêwîst e tu bixwe îsbat û argûman daynî holê, ku ka derengmayîn çima ji bo te girîngeyeke bingehîn e.

Mafê siparîşbetalkirinê

Ji bilî betalkirinê siparîşbetalkirin jî cureyeke xwekişandina ji peymanekê ye. Li gorî qanûna xizmeta serfkaran, hetanî xizmet temam nebûbe, siparîşbetalkirin mafê te ye. Ev dikare alternatîfek be heger ku derengmayîn ne girîngiyeke bingehîn e, lê ku tu dîsa jî dixwazî xwe ji peymanê bikşînî.

Girîng e zanibî ku, di dema siparîşbetalkirinê de, erkek li ser te heye ku pereyê wî karê ku hatiye pêkanîn û wî karê ku tevî siparîşbetalkirinê divê bê kirin bidî. Dibe ku mafê şîrketê hebe ku bedela qezenca ku wenda kiriye jî wergire, yanê ji ber ku ew nikaribûne karekî din qebûl bikin. Li hêla din berpirsiyariya şîrketê ye ku îsbat bikin ku wan, beriya siparîşbetalkirina te, kar pêk anîye.

Herwiha di wan rewşan de ku şîrketê berwext biryara mesrefa siparîşbetalkirinê daye jî divê ew karibin îsbat bikin ku kar pêk hatiye û mesref, bi karê hatiye kirin re qiyas, maqûl e.

Mafê nedana pere

Heger şîrketê dest bi xizmetê nekiribe yan vê yekê di muhleta hatî xuyakirin de bidawî nekiribe, wê demê mafê te heye ku qismek yan tevahiya peredanê weke sîgorte rawestînî. Ev weke zextekê li ser şîrketê û ewlekariyek ji bo te ye.

Wê beşa peredanê ya ku tu radiwestînî divê bi qasî mesrefa karê mayî be. Weke prensîb divê tu mîkdarek ewqas li cem xwe hilînî ku karibî ji bo bidawîkirina karî şîrketeke din wezîfedar bikî. Hîn caran bi feyde ye ku ji bo hînbûna bihaya mesrefa sererastkirina şaşiyê bi şîrketên din yên di heman branşê re têkilî daynî.

Girîng e tu binivîskî ji şîrketê re bidî zanîn ku tu dê peredanê rawestînî û sebebê wê bibêjî. Weke mînak dikarî ji wan re e-nameyek bişeynî.

Bedela ji ber derengmayînê

Ji ber derengmayina karî, ya divê ziyana aborî ya te bigire ser xwe şîrket e. Mînakên van mesrefan dikarin ev bin:

  • Ziyana hatiniya aborî ji ber ku divê tu neçî ser karê xwe û ji bo pêşwazîkirina şîrketê li malê bimînî.

  • Pere didî wan şîrketên ku, ji ber derengmayîna xizmeta behsa wê tê kirin, neçar in ku xebata xwe bisekinînin (weke mînak ev rewş dikare rû bide, heger ku karekî mezin ya ku gelek şîrket tê de cîh digirin were pêkanîn).

Li gorî qanûnê dikarî tenê daxwaza bedela mesrefên berçav bikî. Ji bo wê zehmetiyê û wexta ku te ji bo gilîkirina şaşiyê serf kiriye nikarî pere wergirî. Divê tu karibî bingeh, weke mînak fîş (kvitto) yan fatûre nîşan bidî ka te çi cure mesrefan kiriye, û divê ev mesref maqûl bin û yekser bi şaşiyê ve girêdayî bin.

Ji şîrketê re binivîsîne û daxwaza temamkirina karî bike

Bi şîrketê re binivîskî têkilî dayne, weke mînak bi e-name yan SMS, û daxwaza temamkirina (bidawîkirina) xebatê bike. Binivîsîne, ka diviya kar kîjan tarîx temam bibûya (heger ku soza tarîxeke ji bo temamkirinê hatibe dayîn), û ji wan re îzah bike ka çima divê kar gaveke lez bidawî bibe. Tu herwiha dikarî daxwaza tarîxekê bikî, ka xebat herî dawî kengî dê temam be. Tenê di wê rewşê de ku derengmayîn ji bo te girîngiyeke bingehîn e dikarî daxwaza betalkirina peymanê bikî.

Heger tu dê peyman betal bikî

Dema tu dê peyman betal bikî girîng e ku bi şîrketê re binivîskî têkilî daynî, weke mînak bi rêya e-name yan SMS. Ji wan re îzah bike ka çima tu dixwazî peyman betal bikî, û çima derengmayîn ji bo te girîngiyeke bingehîn e. Heger te ji bo kar pere dabe û di wê baweriyê de yî ku divê peyman bi temamî bê betalkirin wê demê dikarî daxwaz bikî ku şîrket pereyê te bi paş ve bide.

Hîn caran tenê beşek ji peymanê betal dibe

Di hîn rewşan de dikare wisa be ku tenê beşek ji peymanê betal dibe, weke mînak, heger ku xebata hatiye pêk anîn ji bo te kêrhatî ye. Wê demê dikarî tenê pereyê bi qasî bihaya wê beşa xebatê ya pêk hatiye bidî.

Heger bi şîrketê re li hev neyî

Heger rêberî ji te re lazim be dikarî bi Alo serfkar (Hallå konsument) re têkilî daynî. Em xizmeteke agahdariyê ya netewî ne, û em dikarin li derbarê mafên te de agahdarî bidin te û bibêjin ka ji bo tu dabaşa xwe bimeşînî çi cure alternatîfên te hene. Em bi awayeke bêalî rê nîşan didin û nikarin dabaşa te ya takekes binirxînin, pirsgirêkan çareser bikin yan di şûna te de bi şîrketan re têkilî deynin.
 Agahiyên têkiliya bi Alo serfkar (Hallå konsument) re.

Heger tu û şîrket li hev neyên dikarî gelek caran li cem Lijneya giliyê ya gîştî (Allmänna reklamationsnämnden – ARN) gilî bikî, da ku ew nakokiya navbera we de mihekeme bikin. Ev belaş e

Li ser webcîya ARN’ê li derbarê gilîkirinê de zêdetir bixwîne.

Ji bo karibî li cem ARN giliyê bikî divê şîrketê bi temamî yan bi qismî ji daxwaza te re gotibe na, yan jî qet bersivê nedabe te.

Sen leverans av tjänst 

Företaget ska slutföra tjänsten inom den tid som företaget har utlovat eller som ni har kommit överens om. Om det inte finns någon utlovad tid ska tjänsten vara slutförd inom rimlig tid med tanke på vilken typ av tjänst det är.

Tjänster som omfattas av konsumenttjänstlagen 

Den här informationen gäller för tjänster som omfattas av konsumenttjänstlagen. Lagen gäller för: 

  • Arbete på lösa saker. Till exempel reparation av bil eller tv. 

  • Arbete på fast egendom, på byggnader eller andra anläggningar på mark eller i vatten eller på andra fasta saker. Till exempel husrenoveringar eller målningsarbeten. 

  • Förvaring av lösa saker. Till exempel magasinering av möbler eller förvaring av båt. 

 Lagen gäller inte behandlingar på djur eller människor, till exempel frisörtjänster eller veterinärtjänster. Den gäller heller inte vid transportuppdrag, till exempel möbelflyttning. 

När räknas en tjänst som försenad? 

Enligt konsumenttjänstlagen räknas en tjänst som försenad om någon av följande situationer uppstår: 

  • Om tjänsten inte är utförd inom den tid som har utlovats eller som ni har kommit överens om 

  • Det finns ingen utlovad tid för när tjänsten ska vara klar, men tjänsten är inte utförd inom rimlig tid med tanke på tjänstens omfattning och karaktär 

Vad kan du kräva av företaget? 

Konsumenttjänstlagen styr vad du kan kräva. 

Företaget ska slutföra tjänsten 

Du har rätt att kräva att företaget håller sin del av avtalet och slutför arbetet. Samtidigt har du möjlighet att kräva ersättning på grund av kostnader du drabbas av till följd av förseningen, och att hålla inne med betalningen. Du har samma rättigheter om tjänsten inte har blivit påbörjad inom den överenskomna tiden. 

Hävning vid försening av stor betydelse 

Att häva avtalet innebär att arbetet avbryts, och att du inte är skyldig att betala för tjänsten. Företaget har då heller ingen skyldighet att slutföra arbetet. För att du ska ha rätt att häva avtalet behöver förseningen vara av stor betydelse för dig – eller av väsentlig betydelse som det står i lagen. Det kan till exempel handla om att förseningen har stor påverkan på din vardag. Det är du som behöver kunna bevisa eller argumentera för varför förseningen är av väsentlig betydelse för dig. 

Rätt till avbeställning 

Utöver hävning är avbeställning ett annat sätt att frånträda avtalet. Så länge tjänsten inte är slutförd är avbeställning en rättighet du har enligt konsumenttjänstlagen. Det kan vara ett alternativ om förseningen inte skulle vara av väsentlig betydelse men du ändå vill komma ifrån avtalet.

Det är viktigt att känna till att du vid en avbeställning är skyldig att bland annat betala för det arbete som redan är utfört och för arbete som måste utföras trots avbeställningen. Företaget kan även ha rätt till ersättning för utebliven vinst, det vill säga för att de inte har kunnat boka in sig på andra jobb. Däremot är det upp till företaget att bevisa att de har utfört arbete innan du avbeställde. 

Även i de fall när företaget på förhand har bestämt en avbeställningskostnad måste de kunna bevisa att arbete har utförts och att kostnaden är rimlig i förhållande till det arbetet.  

Rätt att hålla inne betalning 

Om företaget inte har påbörjat eller slutfört tjänsten inom rätt tid har du rätt att hålla inne med en del eller hela betalningen som säkerhet. Det fungerar som ett påtryckningsmedel mot företaget och en trygghet för dig. 

Den del av betalningen du håller inne med ska motsvara arbetet som är kvar att göra. I princip betyder det att du kan hålla inne med en så stor summa att det täcker kostnaden för att ta in ett annat företag som får slutföra arbetet. 

Det är viktigt att du skriftligen meddelar företaget att du håller inne med betalning och varför. Du kan till exempel skicka ett mejl.  

Ersättning på grund av förseningen 

 Det är företaget som ska stå för eventuella kostnader som du drabbas av på grund av arbetet är försenat. Exempel på kostnader kan vara: 

  • Inkomstförlust om du måste vara hemma från jobbet för att ta emot företaget 

  • Ersättning till andra företag som tvingas vänta med sitt arbete på grund av att den aktuella tjänsten är försenad (kan till exempel bli aktuellt vid större arbeten när flera företag är inblandade) 

Enligt lag är det faktiska kostnader, inte besväret eller tiden du lägger ned på reklamationen, som du kan kräva ersättning för. Du behöver kunna visa underlag, till exempel kvitton eller fakturor, på vilka kostnader du har haft och kostnaderna ska vara rimliga och ha direkt koppling till felet.  

Skriv till företaget och kräv att arbetet slutförs 

Kontakta företaget skriftligen, till exempel via mejl eller sms, och kräv att arbetet slutförs. Skriv med vilket datum arbetet skulle ha varit klart (om du har fått ett utlovat leveransdatum), och förklara varför det är viktigt att arbetet slutförs så snart som möjligt. Du kan också efterfråga ett datum för när arbetet senast kommer vara klart. Det är först om förseningen är av väsentlig betydelse för dig som du kan kräva att få häva avtalet.  

Om du ska häva avtalet 

När du ska häva avtalet är det viktigt att du kontaktar företaget skriftligen, till exempel via mejl eller sms. Förklara att du vill häva avtalet på grund av förseningen, och varför förseningen är av väsentlig betydelse för dig. Har du betalat för arbetet och tycker att avtalet ska hävas i sin helhet kan du samtidigt begära att företaget betalar tillbaka. 

Ibland hävs bara en del av avtalet 

I vissa situationer kan det vara så att endast en del av avtalet hävs, till exempel om du kan ha nytta av arbetet som har blivit utfört. Då kan du behöva betala så mycket som den delen av arbetet motsvarar. 

Om du inte kommer överens med företaget 

Om du behöver vägledning kan du kontakta Hallå konsument. Vi är en nationell upplysningstjänst som kan ge information om dina rättigheter och vilka alternativ du har för att komma vidare. Vi ger oberoende vägledning och kan därför inte bedöma ditt enskilda ärende, lösa tvister eller kontakta företag åt dig. 

Kontaktuppgifter till Hallå konsument  

Om du och företaget inte kommer överens kan du i många fall göra en anmälan till Allmänna reklamationsnämnden (ARN) för att få tvisten prövad. Det är kostnadsfritt.

Läs mer om att göra en anmälan på ARN:s webbplats

För att kunna anmäla till ARN måste företaget ha sagt helt eller delvis nej till ditt krav, eller inte svarat alls.

Fäll ihop