Otomobîl xerabe bûye yan xerab kar dike

Bilen är trasig eller fungerar dåligt - Nordkurdiska (Kurmancî)

Dema ji şîrketekê otomobîlek dikirî mafê te heye ku li derbarê şaşîtiyên mihtemel de giliyê bikî. Herçendî otomobîl nû yan kevn be, û garantî dane te yan na, ev derbas dibe.

Ev nivîs ji zimanê swêdî hatiye wergerandin Nivîs û şiklê rûpelê dikare bi rûpela orîjînal re qiyas cûdatir xuya bike. Nivîsarên bi

Ji bo gilîkirinê sê sal wexta te heye

Dema tu weke kesekî prîvat ji şîrketek otomobîlek dikirî, li gorî qanûna kirînên serfkaran (konsumentjänstlagen) ji roja kirinê hetanî sê salan, mafê te heye ku li derbarê wê tişta ku jê re dibêjin şaşiyên destpêkî (ursprungliga fel) de giliyê bikî. Şaşiyên destpêkî ew cure şaşî ne ku hêj dema te otomobîl kirî li wir hebûn, herçendî hîn ji vana piştî demekê xwe nîşan didin. Qaîde hem ji bo otomobîlên kevn û hem jî yên nû derbas dibin, herçendî te garantî wergirtiye yan na. Lê garantiyeke pêvekirî dikare îmkanê bide te ku dema gilîkirina şaşiyan dirêjtir bikî.

Di nav du mehan de gilî bike

Girîng e ku tu, di nav du mehan ya ji roja şaşî kifşkir yan divê te şaşî kifş bikira û pê ve, giliyê bikî – da ku ewle bî ku dikarî doz li otomobîlfiroş bikî. Heger wexteke zêdetir bisekinî dikarî mafê xwe yê ku ji şîrketê tiştek daxwaz bikî wenda bikî.

Temen û rewşa otomobîlê tesîr li ser mafên te dike

Rewşa otomobîlê, yanê temen, biha, mesafeya ajotinê û dirêjiya temênê hêvîkirî tesîrê li ser wan daxwazên te yên ji firoşkarê otobilê dike. Weke mînak, heger otomobîleke kevn bikirî hîn kêmasiyên bi rewşa otomobîlê ve girêdayî dikarin normal bin. Çareserkirina van cure kêmasiyan nikarî ji otomobîlfiroş daxwaz bikî. Lê heger otomobîl di rewşeke ji hêviyên te zêdetir xerab de be – tevî temen, biha, mesafa ajotinê û dirêjiya temenê hêvîkirî – wê demê dikarî gilî bikî.

Divê hertim karibî ewle bî ku otomobîla te kiriye ji hêla ajotina di trafîkê de ewle ye - heger ku otomobîlfiroş, weke mînak, ji destpêkê ve te agahdar nekiribe ku otomobîl objeyeke tamîrê ye û divê ji fîrmaya otomobîlan bê kişandin.

Ji otomobîlfiroş doza çi dikarî bikî?

Doz û daxwazên ku dikarî ji otomobîlfiroşek bikî, di qanûna kirînên serfkaran (konsumentköplagen) de hatiye xuyakirin.

Di destê yekê de: otomobîlfiroş şaşî tamîr dike

Tu dikarî di destê yekê de daxwaz bikî ku firoşkar otomobîl tamîr bike yan yeka nû bide te, ku bi heman qîmetê ye. Heger te otomobîleke kevn kirî be dê firoşkar piraniya caran pêşniyaza tamîrê bike, ji ber ku ev herzantir û hêsantir ê dayîna otomobîleke bi heman qîmetê ye. Herçendî tu dixwazî otomobîl bipaşve bidî û perê xwe bi şûn ve wergirî, dîsa jî mafê firoşkar piraniya caran heye ku biceribîne şaşî tamîr bike.

Ji bo ku firoşkar bibe xwedî mafê tamîrkirina otomobîlê divê ew karibin tamîrê di nav werxteke maqûl de û bêyî mesrefek ji te wergirin, pêk bînin.

Di destê didûyan de: kêmkirinek ji bihayê vegerînin li te

Kêmkirina ji bihayê divê bi şaşiyê re qiyasdar be, weke mînak bi qasî mesrefa tamîrkirina şaşiyê li cem şîrketeke din be.

Di destê sisiyan de: tu karibî kirînê betal bikî

Betalkirin tê maneya vegerandina kirînê, yanê tu otomobîl vedigerînî xwediyê wê û ew jî pereyê te vedigerîne te. Ji bo mafê te yê betalkirinê çêbe divê şaşî cidî û ji hêla xuyakariyê ve mezin be. Alternatîfeke din jî ew e ku heger otomobîlfiroş çend caran hewl dabe ku şaşîtî sererast bike lê biserneketibe.

Dema tamîrê û hejmara ceribandinên tamîrkirinê

Li gorî qanûnê divê otomobîlfiroş di nav demeke maqûl de şaşî tamîr bike. Ka dema maqûl çiye, car ji caran diguhere, û bi cureyê şaşiyê û pêdiviya te ya tamîrkirina otomobîlê ve girêdayî ye. Heger otomobîlek deynê ji te re hatibe teklîf kirin dirêjiya dema tamîrê jî dikare bê qebûlkirin.

Di halê normal de divê firoşkar ji bo tamîrkirina şaşiyê karibe du ceribandinan bike. Heger heman şaşî careke din rû bide mafê te heye ku ji ceribandinên nû yên tamîrkirinê re bibêjî na, û di şûna vê de doza betalkirina kirînê bikî. Heger tu û firoşkar li hev neyên, pêdiviya te bi delîlan heye ku îsbat bike ku ev li derbarê heman şaşiya berê de ye.

Otomobîla bideynî û bedela mesrefan

Heger pêwîst e ku di dema tamîrkirinê de otomobîlek te hebe divê firoşkar otomobîleke bideynî teklîfê te bike. Heger ew nikaribe otomobîleke bideynî bide te divê ew bedela rêwîtiya te ya bi trafîka kollektîf yan kirêkirina otomobîlekê bide te. Jibîr neke ku berpirsiyariya sînorkirina mesrefên çê dibin li ser milên te ye.

Mesrefa zêde ya şaşiyên otomobîlê divê li ser te nebe bar – pêwîst e ku otomobîlfiroş mesrefa tamîrkirina şaşiyan bide û herwiha mesrefên zêde ku dikarin çê bibin. Mînakên mesrefên zêde ku dikarin ji ber şaşiyan rû bidin ev in:

  • Mesrefên ji ber ku tu neçar bû bajoyî û biçî cem otomobîlfiroş yan atêlyeyekê

  • Mesrefa kişandina otomobîlê

  • Mesrefên ragihandiniya alternatîfî, weke mînak bi otobûs yan trên.

  • Mesrefa ji nû ve miayeneyê yan mesrefa ji bo lêgerîna şaşiyan

Ji bo wê zehmetiyê û wexta ku te ji bo gilîkirina şaşiyê serf kiriye nikarî pere wergirî. Divê tu karibî bingeh, weke mînak fîş (kvitto) yan fatûre nîşan bidî ka te çi cure mesrefan kiriye, û divê mesref maqûl bin û yekser bi şaşiyê ve girêdayî bin.

Ji bo giliyê têkilî bi otomobîlfiroş re dayne

Girîng e ku piştî şaşî kifş kir, bi awayeke lez bi otomobîlfiroş re têkilî daynî da ku karibî şensek bidî wan ku ew şaşî lêkolîn û çareser bikin. Divê tu hertim berê xwe bidî wî otomobîlfiroşê ku te otomobîla xwe jê kirî bû. Normal e ku firoşyar dixwaze otomobîl di çav re derbas bike da ku zanibe ka çi pêwîst e bê kirin. Dibe ku ne zelal be ka çi ji şaşiyê re bûye sebeb.

Baştir e ku hertim bineheke nivîskî peyda bikî, weke mînak e-name yan SMS, ku nîşan didin ku te bi otomobîlfiroş re ji bo gilîkirinê têkilî daniye. Wê demê, wexta ku gilî bikî, îsbatkirina te jî hêsantir dibe.

Heger tu û otomobîlfiroş li hev nekin

Heger pêdiviya te bi şîret û rêberiyê hebe dikarî bi Alo Serfkar (Hallå Konsument) re têkilî daynî. Em xizmeteke agahdariyê ya netewî ne, û em dikarin li derbarê mafên te de agahdarî bidin û bibêjin ka ji bo îtiraza xwe bimeşînî çi cure alternatîfên te hene. Em bi awayeke bêalî rê nîşan didin û nikarin dabaşa te ya takekes binirxînin, pirsgirêkan çareser bikin yan di şûna te de bi şîrketan re têkilî deynin.

Agahiyên têkiliya bi Alo Serfkar (Hallå konsument) re.

Heger tu û şîrket li hev nekin, dikarî gelek caran li cem Lijneya gilyê ya gîştî (Allmänna reklamationsnämnden – ARN) gilî bikî, da ku ew nakokiya navbera we mihekeme bikin. Lê jibîr neke ku, berya ku serî li ARN bidî, nirxandina alîyeke sêyemîn jî wergire ku dikare piştrast bike ka şaşî çiye.

Li ser webcîya ARN’ê li derbarê gilîkirinê de zêdetir bixwîne.

Ji bo karibî li cem ARN gilî bikî pêwîst e şîrketê bi temamî yan bi qismî ji daxwazên te re gotibe na, yan jî qet bersivek nedabe te.

Bilen är trasig eller fungerar dåligt

När du köper en bil av ett företag har du rätt att klaga på eventuella fel. Det gäller oavsett om bilen är ny eller begagnad och om du har fått en garanti eller inte. 

Tre år på dig att klaga på fel 

När du som privatperson köper en bil av ett företag har du enligt konsumentköplagen rätt att klaga på så kallade ursprungliga fel i upp till tre år från köpet. Ursprungliga fel är fel som fanns där redan när du köpte bilen, även om de i vissa fall visar sig en tid senare. Reglerna gäller både för begagnade och helt nya bilar och oavsett om du har fått en garanti eller inte. En medföljande garanti kan dock utöka tiden du har på dig att klaga på fel.  

Klaga inom två månader 

Det är viktigt att du klagar på felet inom två månader från det att du upptäckte eller borde ha upptäckt felet, för att vara säker på att du kan ställa krav till bilhandlaren. Väntar du längre än så kan du förlora din rätt att kräva något av företaget. 

Bilens ålder och skick påverkar dina rättigheter 

Bilens skick, det vill säga ålder, pris, körsträcka och förväntad livslängd, påverkar kraven du kan ställa till bilhandlaren. Köper du till exempel en äldre bil kan det finnas brister som är normala med tanke på bilens skick. Den typen av fel kan du inte kräva att bilhandlaren ska åtgärda. Men om bilen är i sämre skick än vad du hade kunnat förvänta dig med tanke på ålder, pris, körsträcka och förväntad livslängd kan du klaga.  

Du ska alltid kunna räkna med att bilen är trafiksäker när du köper den, om inte bilhandlaren till exempel har upplyst dig om att bilen är ett reparationsobjekt och behöver bogseras från bilfirman.  

Vad kan du kräva av bilhandlaren? 

Konsumentköplagen styr vilka krav du kan ställa mot bilhandlaren. 

I första hand: att bilhandlaren reparerar felet 

Du kan i första hand kräva att bilhandlaren kostnadsfritt reparerar bilen eller ger dig en annan, likvärdig bil. Har du köpt en begagnad bil brukar bilhandlaren föreslå en reparation, eftersom det oftast är billigare och enklare än att ge dig en annan bil som är likvärdig. Även om du hellre vill lämna tillbaka bilen och få dina pengar tillbaka har bilhandlaren oftast rätt att försöka reparera felet. 

För att bilhandlaren ska ha rätt att reparera bilen krävs det att de kan göra reparationen inom rimlig tid och utan kostnad för dig.  

I andra hand: att du får ett prisavdrag 

Prisavdraget ska motsvara felet, till exempel vad det kostar att få felet åtgärdat av ett annat företag.  

I tredje hand: att du får häva köpet 

En hävning betyder att köpet återgår, det vill säga att du lämnar tillbaka bilen och får dina pengar tillbaka. För att du ska ha rätt att häva köpet måste felet vara allvarligt och av stor betydelse, alternativt att bilhandlaren har försökt rätta till felet flera gånger utan att lyckas. 

Reparationstid och antal reparationsförsök 

Enligt lag ska bilhandlaren reparera felet inom skälig tid. Vad som är skälig tid behöver bedömas från fall till fall, och beror bland annat på vilken typ av fel det är och ditt behov av att få bilen lagad. Om du har blivit erbjuden en lånebil kan en längre reparationstid vara okej. 

Normalt sett har bilhandlaren två försök på sig att åtgärda samma fel. Uppstår samma fel en tredje gång kan du ha rätt att säga nej till fler reparationsförsök och istället kräva att köpet hävs. Om du och bilhandlaren inte kommer överens behöver du ha bevis på att det rör sig om samma fel som tidigare.  

Lånebil och ersättning för kostnader 

Om du måste ha en bil under reparationstiden bör bilhandlaren erbjuda dig en lånebil. Kan de inte erbjuda en lånebil kan du ha rätt till ersättning för att exempelvis åka kollektivt eller att hyra en bil. Tänk på att det är ditt ansvar att begränsa kostnaderna som uppstår.  

Att bilen är felaktig ska inte medföra några extra kostnader för dig – det är bilhandlaren som ska stå för kostnaden att åtgärda felet samt eventuella merkostnader. Exempel på kostnader som kan uppstå i samband med fel är: 

  • Kostnader för att du har tvingats köra till bilhandlaren eller verkstad  

  • Kostnad för bärgning 

  • Kostnader för alternativ transport, till exempel buss eller tåg 

  • Ombesiktningskostnad eller felsökningsavgift 

Du kan inte få ersättning för besväret eller tiden du lägger ned på att klaga på felet. Du behöver kunna visa underlag, till exempel kvitton eller fakturor, på vilka kostnader du har haft och kostnaderna ska vara rimliga och ha direkt koppling till felet.  

Kontakta bilhandlaren för att klaga 

Efter att du har upptäckt ett fel är det viktigt att du så snart som möjligt kontaktar bilhandlaren för att ge dem chansen att undersöka och åtgärda felet. Du ska alltid vända dig till bilhandlaren som du köpte bilen av. Det är vanligt att bilhandlaren behöver undersöka bilen för att kunna ta ställning till vad som behöver göras. Det kanske inte heller är tydligt vad som har orsakat felet. 

Det är alltid bra att ha skriftligt underlag, till exempel mejl eller sms, som visar att du har kontaktat bilhandlaren för att klaga. Då är det också enkelt att bevisa när du har klagat.  

Om du och bilhandlaren inte kommer överens 

Om du behöver vägledning kan du kontakta Hallå konsument. Vi är en nationell upplysningstjänst som kan ge information om dina rättigheter och vilka alternativ du har för att komma vidare. Vi ger oberoende vägledning och kan därför inte bedöma ditt enskilda ärende, lösa tvister eller kontakta företag åt dig.

Kontaktuppgifter till Hallå konsument  

Om du och företaget inte kommer överens kan du i många fall anmäla till Allmänna reklamationsnämnden (ARN) för att få tvisten prövad. Tänk på att det kan vara bra att få ett utlåtande från en tredje part som kan intyga vad som är fel innan du vänder dig till ARN.  

Läs mer om att göra en anmälan på ARN:s webbplats 

För att kunna anmäla till ARN måste företaget ha sagt helt eller delvis nej till ditt krav, eller inte svarat alls. 

Fäll ihop