Mafê poşmanbûnê
Ångerrätt - Nordkurdiska (Kurmancî)
Hebûna mafê poşmanbûnê li gorî qanûnê tê wê maneyê ku 14 roj muhleta te heye ku - ji kirînek ku te bi rêya Înternet, telefon yan li derveyî lokalên firoştinê yên şîrketê pêkaniye, weke mînak firotina li malan - poşman bibî.
Ev nivîs ji zimanê swêdî hatiye wergerandin Nivîs û şiklê rûpelê dikare bi rûpela orîjînal re qiyas cûdatir xuya bike. Nivîsarên bi
Mafê poşmanbûnê tê çi maneyê?
Dema tu mafê xwe yê poşmanbûnê (ångerrätt) li gorî qanûnê bikar tînî êdî li ser te ne erke ku pareyê ji bo wî malî yan xizmetê bidî. Prensîba bingehîn ew e ku heger te ji berê ve pare dabe divê tu tevahiya mîkdara dayî bi paş ve bistînî.
Muhleta poşmanbûnê, yanê wexta te ya poşmanbûnê, 14 roj in. Heger te malekî kirîbe muhleta poşmanbûnê ji roja ku te mal anî û pê ve tê hesibandin. Heger te xizmetek kirîbe wê demê muhleta poşmanbûnê ji roja piştî ku te peyman çêkir û pê ve derbas dibe – weke mînak dema te teklîfa şîrketê qebûl kir, siparîşek da yan peymanek îmze kir.
Kengî mafê te yê poşmaniyê heye?
Mafê poşmanbûna te ya li gorî qanûnê dema tu tiştekî ji mesafeyek ve bistînî derbas dibe – yanê bêyî ku ti şîrketê bibînî. Weke mînak firoşyariyên bi rêya telefonê û stendinên li ser Înternetê. Herwiha dema tiştek li derveyî lokalên firoştinê şîrketê bistînî jî mafê te yê poşmaniyê heye, weke mîna firotina li malan. Heger şîrket malên xwe li fûar yan bazarekê bifiroşe, ev jî dikare weke firotina li derveyê lokalên xwe bê hesibandin, lê ne hemû caran.
Mafê poşmanbûnê di dukan û butîkan de tune ye
Li gorî qanûnê, dema tu tiştek li butîk yan lokalên şîrketê dikirî mafê te yê poşmanbûnê tune ye. Lê hîn şîrket dêvila vê de stendina vekirî (öppet köp) yan mafê guhertinê (bytesrätt) teklîf dikin. Stendina vekirî û mafê guhertinê li ser bingehê dilxwaziyê ye û şîrket bixwe li ser qaîdeyên xwe biryarê didin.
Mafê te heye ku mal kontrol bikî
Dema malekî dikirî, heman mafê te yê kontrolkirina wekî li hundirê butîkek fîzîkî heye. Lê di hîn rewşan de mafê şîrketê heye ku doza bedela jêkêmbûna qîmeta malî bike. Jê re tê gotin, jêkêmkirina ji ber kêmbûna qîmetê (värdeminskningsavdrag). Jêkêmkirineke bi vî awayî tenê dikare pêk bê heger ku te mal ji hedê wê zêdetir kontrol kiriye yan bikar aniye. Heger cotek sol bikirî mafê te heye ku tu wan biceribînî da ku zanibî ew li lingên te tên yan na. Lê heger solan li derve bikar bînî wê demê mafê şîrketê heye ku ji bo paqijkirina solan jêkêmkirinekê ji bihayê bike.
Ji şîrketê re rabighîne ku tu poşman bûyî
Bi armanca ku karibî îsbat bikî ku tu poşman bûyî baştir e ku tu binivîskî ji şîrketê re rabighînî, weke mînak bi rêya e-nameyek. Li derbarê formulekirina xwe de ti şertên xisûsî tune ne. Lê divê bi awayeke zelal bidî zanîn ku tu dixwazî mafê xwe yê poşmanbûnê bikar bînî.
Heger ji şîrketê forma poşmanbûnê wergirtibî dikarî, heger bixwazî, vê bikar bînî. Heger form bi name bişeynî baştir e wêneyek wê bikşînî yan kopî bikî da ev weke bingehê îsbata poşmanbûna te bê hilandin.
Li ser şîrketê ferz nîn e ku peyama te ya li derbarê poşmaniyê de piştrast bike, da ku ew derbas bibe. Yanê, heger şîrket bersivê nede jî tu mafê poşmanbûna xwe wenda nakî. Tiştê girîng ew e ku tu îsbat bikî ku tu poşman bûyî û tu di nav 14 rojan de poşman bûyî.
Malê ku te kiriye li şîrketê vegerîne
Dema poşman bûyî divê tu wî malî ji adresa vegerandinê ya şîrketê re bişeynî. Mesrefa vegerandinê tu bixwe didî, lê bi şerta ku şîrketê di dema kirînê de te di vî derbarî de hayedar kiriye. Di nav şertên şîrketê de, babetên mesrefa şûnveşandinê û dema şûn ve dişeyînî çawa dikî hatine nivîsandin.
Mafê poşmanbûnê dikare bê dirêjkirin
Li gorî qanûnê, ji bo ew 14 roj, yanê dema poşmanbûnê karibe bê hesabkirin, divê şîrket vê agahariya li derbarê mafê poşmanbûnê de bide te:
Heger mafê poşmanbûnê heye.
Ji bo poşmanbûnê çiqas wexta te heye.
Ji bo poşman bibî çawa dikî.
Ya ku formeke standart heye, dema poşmanbî dikarî bikar bînî û tu vê formê li ku derê dikarî peyda bikî.
Heger şîrketê li derbarê hemû xalan de agahdarî nedabe te dikarî piştî derbasbûna 14 rojan jî poşman bibî. Dema poşmanbûna te, yanê wexta te ya ku heye ku tu ji kirînê poşman bibî, dikare dirêjtir bibe. Dema poşmaniyê herî zêde salekê dikare bê dirêjkirin.
Li ser şîrketê dimîne ku îsbat bike ka gelo wan li derbarê mafê poşmaniyê de hemû agahiyan dane te. Weke mînak, heger tu li ser Înternetê tişt bistînî ya normal ew e ku agahdarî di şertên şîrketê yên li ser webcîyê hene.
Di firoşyariya bi telefonê de pejirandina te ya binivîskî şert e
Li gorî qanûnê, derbarê firotinên bi rêya telefonê de pêwîst e ku şîrket pejirandineke nivîskî ji te wergire da ku peyman derbas bibe. Şerta binivîskî hem dema şîrket telefon ji te re bike û hem jî dema ji te bê xwestin ku tu ji şîrketê re telefon bikî derbas dibe. Heger te peyman bi nivîskî qebûl nekiribe wê demê ew derbas nabe, û li beramberî şîrketê li ser te erk nabe ku tu pare bidî. Heger te bixwe însiyatîfa telefonkirinê girtibe wê demê şertê pejirandina binivîskî derbas nabe.
Pejirandineke binivîskî divê çawa pêk bê?
Pejirandineke (qebûlkirineke) binivîskî dikare bi şiklên cuda bin. Weke mînak:
îmzekirina kaxizek ku tê şandin ê mala te
pejirandina bi rêya e-name yan SMS
pejirandina bi rêya bank-ID
Pejirandin divê piştî axaftina telefonê bê kirin, da ku wexta te çêbe ku tu li ser teklîfê bifikirî. Yanê, ne di cîh de ye ku şîrket di dema axaftina telefonê de ji te daxwaz bike ku teklîfê qebûl bikî.
Heger te binivîskî nepejirandibe îtirazê bike
Heger şîrket, tevî ku te teklîf binivîskî nepejirandiye, ji te doza paredanê dike wê demê îtiraz bike û destnîşan bike ku di navbera we de peymanek tune ye.
Îstîsnayên ji mafê poşmaniyê
Hejmarek kêm mal û xizmet hene ku weke îstîsna mafê poşmaniyê ji bo wan derbas nabe. Çend mînak ev in:
Hemû cure rêwîtî, weke mînak rêwîtiyên bi balafir, trên û otobûsan.
Mayîna li hotelan û kirêkirina malan
Malekî ku li ser îzaha te bi awayeke xisûsî hatiye çêkirin
Malekî ku gelekî lez xera dibe yan kevin dibe, weke mînak hîn cure xwarin
Malên ku ji ber şikestin/çirandina ambalajê bi mebestên tendrustî û paqijîyê nikarin werin paşveşandin, weke mînak kincên binî
Xizmetên ku di rojêke xuyakirî de yan di periyodeke demî ya xuyakirî de pêk tê, weke mînak kirêkirina otomobîlek, servîs/catering, çalakiyên çandî, bûyerên werzişê yan aktîvîteyên din yên wekî vê.
Avakirina avahiyek yan tesîseke din ya nekêşbar li ser erse yan avê, weke mînak avakirina tesîsata kanalîzasyonê
Radestkirina birêkûpêk a xwarinê, weke mînak radestkirina torbeyên xwarinê
Xizmetek ku temamî bidawî bûye, heger ku te qebûl kiriye ku xizmet pêk bê û dema bidawî bibe mafê poşmaniyê tune be
Naverokên dîjîtal yên weke program, app, lîstik yan mûzîk ku bi awayeke dîjîtal têne radestkirin, heger ku te qebûl kiribe ku radestkirin bi vî awayî bibe û mafê te yê poşmanbûnê tunebe
Tamîrkirinekê yan tedbîreke lênêrîna lezgîn (acîl) di xaniyê (mala) te de, heger ku serdan bi însiyatîfa te pêk tê û têkiliya tamîrkirin yan tedbîra lênêrînê bi vî re heye.
Heger bi şîrketê re li hev neyî
Heger rêberî ji te re lazim be dikarî bi Alo serfkar (Hallå konsument) re têkilî daynî. Em xizmeteke agahdariyê ya netewî ne, û em dikarin li derbarê mafên te de agahdarî bidin te û bibêjin ka ji bo tu dabaşa xwe bimeşînî çi cure alternatîfên te hene. Em bi awayeke bêalî rê nîşan didin û nikarin dabaşa te ya takekes binirxînin, pirsgirêkan çareser bikin yan di şûna te de bi şîrketan re têkilî deynin. Agahiyên têkiliya bi Alo serfkar (Hallå konsument) re.
Heger tu û şîrket li hev neyên dikarî gelek caran li cem Lijneya giliyê ya gîştî (Allmänna reklamationsnämnden – ARN) gilî bikî, da ku ew nakokiya navbera we de mihekeme bikin. Ev belaş e
Li ser webcîya ARN’ê li derbarê gilîkirinê de zêdetir bixwîne.
Ji bo karibî li cem ARN giliyê bikî divê şîrketê bi temamî yan bi qismî ji daxwaza te re gotibe na, yan jî qet bersivê nedabe te.
Source: Konsumentverket