Li derbarê Hallå konsument de
Om Hallå Konsument - Nordkurdiska (Kurmancî)
Hallå konsument (Alo serfkar) xizmeteke agahdariyê ya netewî ye ku ji aliyê Daîreya Serfkaran ya Gîştî ve tê koordinekirin. Li derbarê kirîna mal û xizmet, gilîkirina şaşiyan û serfkirineke ragirbar de dikarî berê xwe bidî me. Hallå konsument herwiha kanalek ji bo ECC Sverige ye, ku dikare di warê şêwirmendiya biser sînoran de alikariya te bike.
Ev nivîs ji zimanê swêdî hatiye wergerandin Nivîs û şiklê rûpelê dikare bi rûpela orîjînal re qiyas cûdatir xuya bike. Nivîsarên bi
Xwe wisa digihînî me
Rêberî hemû rojên nava hefteyê vekirî ye, û têkilidanîna bi me re belaş e. Em dikarin bi zimanê swêdî û înglîzî bersiva pirsên te didin. Têkilî wisa datînî:
Telefon: 0771 – 525 525 (0046771 525 525 heger ji derveyê welat bigerî)
E-post: info@hallakonsument.se
Çat
Herwiha bi rêya foruma pirsan ”Frågor och svar” (pirs û bersiv) jî dikarî pirsa xwe bikî.
Rêberên li Hallå konsument dikarin:
Li derbarê kirîna mal û xizmetê, gilîkirina şaşiyan û qanûna serfkaran de bersiva pirsên te bidin
Li derbarê kirînekê de yan pirsên li ser serfkirina ji hêla jîngehê ve ragirbar de rê nîşanî te bidin
Bi rêya ECC Sverige kanaleke şêwirmendiyê ji te re veke da ku pirs û pirsgirêkên li derbarê bazirganiya biser ser sînoran re alîkariya te bikin.
Alîkarî bidin te ku tu karibî bi pispor û expertên li meqamên fermî yên din, buroyên serfkaran û rêberiyên serfkaran yên şaredariyan re têkilîyê daynî
Rêberên li Hallå konsument nikarin:
Bi şîrketan re têkilî daynin, li ser navê te yan navbera te û şîrketekê ku bi te re li hev nayê de navbeynkariyê bikin
Nirxandina dabaşa te, lêkolîna belgeyan û tercûmekirin peyanan bikin
Alîkariya bersivandina pirsên ji dibistanê bikin
Nivîsandina giliyan ji bo ARN yan miraceat ji bo dadgehê bikin
ECC Sverige – şêwirmendiya ji bo kirînên biser sînoran de
Heger mala te li Swêdê ye û şîrketa ku problema te pê re heye li welatekî din ê YE, Norwec, Îzlanda yan Brîtanyayê qeydkirî ye, wê demê îmkana te heye ku şêwirmendiya belaş wergirî ku bi navbeynkariya ECC Sverige hewl bidî pirsa xwe çareser bikî. ECC Sverige di tora buroyên seftkaran yê di nav YE, Norwec, Îzlanda û Brîtanyayê de cîh digire. ECC Sverige dikare hîn caran dabaşê bi buroyeke hevkar ya li welatekî din re parve bike da ku hewl bide çareseriyek peyda bike.
ECC Sverige di beşa agahdarkirina serfkaran ya li Daîreya Serfkaran ya Gîştî û li tora European Consumer Centres Network de cî digire. Xebata wê, bi qismî ji aliyê Komîsyoan YE ve tê fînansekirin.
Hevkariyek navbera meqamên fermî û buroyên serfkaran
Hallå konsument ji aliyê Daîreya Serfkaran ya Gîştî ve tê koordînekirin û bi gelek meqamên fermî û buroyên serfkaran re hevkariyê dike.
Hemû aktorên hevkariyê li vir dikarî bibînî
Belgeyên resmî
Hemû belgeyên ku ji Hallå konsument re têne şandin dibin belgeyên resmî û dikarin ji aliyê kesên din ve werin dîtin û xwendin. Ji ber vê yekê li ser wan agahdariyên ji me re dişeynî de baş bifikire. Jibîr neke, ji bo em karibin bi rêya e-name och nameyê bersiva te bidin pêdiviya me bi agahiyên te yên têkiliyê hene.
Alavên alîkariyê yên ji bo danîna têkiliya bi me re
Xizmeta danûstendinê Bildtelefoni.net îmkanê dide wan kesên zimanê îşaretan yê swêdî bikartînin ku bi kesên bi swêdî dipeyivin re bi rêya telefonê li hev bigerin.
Axaftina navbera kesên dibîhîsin û yên zimanê îşaretan bikar tînin - bi rêya Bildtelefoni bigere
Teletal xizmeteke telefonî ya ji bo herkesî ye ku di dema telefonkirinê de pêdiviya wê/wî bi destekê heye. Wergêrek (tercûmanek) di dema axaftinê de bi te re ye û alîkariya te dike.
Desteka telefonî ya dema zehmetiyên axaftin, deng û zimên de - bi rêya Teletal bigere
Xizmeta navbeynkariyê Textelefoni.se, ji kesên bi bihîstina daketî, kerîtî, kerîtî û korîtî yan zehmetiyên axaftinî re îmkanê dide ku bi rêya navbeynkariyeke axaftina sêalî ya yekser bi telefonê pêk bînin û bersiva telefonek bidin. Ev xizmet herwiha ji bo te yê ku nivîsa ji bo koran bikar tîne jî heye.
Axaftina di navbera telefonên normal û telefona bi tekst de – bi rêya Texttelefoni bigere
Heger pêdiviya te bi wergêrek hebe
Heger pêdiviya te bi wergêrek (tercûmanek) hebe bi şîrketeke wergêriyê re têkilî dayne, yan ji kesek ku tu nas dikî daxwaza wergêrê bike. Heger îmkana te ya têkilîdanîna bi şîrketa wergêriyê tunebe em dikarin alîkariya te bikin.
Zimanê kêmenetewan
Gelo tu ji kêmeneteweyek Swêdê yî, wê demê mafê te heye ku di têkiliyên bi meqamên resmî re zimanê xwe bikar bînî.
Agahdariyên zêdetir yên li derbarê mafên xwe de dikarî li ser webcîya Språkrådet bibînî
Source: Konsumentverket