Îtirazkirina fatûreyên şaş

Bestrida felaktig faktura - Nordkurdiska (Kurmancî)

Heger fatûreyeke şaş ji te re hatibe şandin dikarî ji vê re îtirazê bikî, yanî vê protesto bikî. Berî her tiştî bi şîrketê re têkilî deyne û ji wan re bibêje ka bi ya te çi şaş e.

Ev nivîs ji zimanê swêdî hatiye wergerandin Nivîs û şiklê rûpelê dikare bi rûpela orîjînal re qiyas cûdatir xuya bike. Nivîsarên bi

Binivîskî bi şîrketê re têkilî dayne

Berî her tiştî bi şîrketê re têkilî deyne û destnîşan bike ka şaşîtî li ku çêbûye. Baştirîn ew e ku meriv binivîskî têkilî dayne, weke mînak bi e-name. Hinek caran şaşîtî ji ber kêmasiyan çêdibe û dema meriv ji şîrketê re destnîşan dike ev bi hêsanî çareser dibe.

Heger şîrket wê şaşîtiya ku tu dixwazî bê sererastkirin qebûl neke, wê demê dikarî ji fatûreyê yan ji wê qisma şaş ya fatûreyê re îtirazê bikî.

Wisa îtiraz dikî

Îtirazkirina fatûreyê tê wê maneyê ku tu ji şîrketê re dibêjî ku tu dê ji fatûreyê re protesto bikî û ji ber vê yekê pere nedî. Girîng e ku tu bibêjî ka çima fatûre şaş e, weke mînak; mîktara pereyê ku tê xwestin ne li gorî wê peymana di navbera we de ye.

Kontol bike ka beşeke çiqas mezin ji fatûreyê şaş e

Kontrol bike ka gelo tevahiya fatûreyê yan tenê beşekî ji wê şaş e. Nirxa bingehîn ew e ku divê tu pereyê wê beşa ku rast e bidî. Hinek caran divê tu ji şîrketê re rabighînî ku, weke mînak, tu dê tenê nîvê mîkdara fatûreyê bidî, lê ku tu ji mîkdara mayî re îtirazê dikî.

Binivîskî îtiraz bike

Girîng e dema ji fatûreyekê re îtiraz dikî bi şîrketê re bi nivîskî têkilî daynî, da ku tu paşê karibî îsbat bikî ku te protesto kiriye. Weke mînak dikarî e-nameyek bişeynî. Heger nameyek bişeynî baştir e ku tu vê qeydkirî (rekommenderat) bişeynî da ku îsbat bikî ku te ji fatûreyê re îtiraz kiriye. Jibîr neke ku wêneyek nameya xwe bikşîne yan îtiraza xwe kopî bike.

Di peyama ji şîrketê re divê tu hejmar, mîkdar û tarîxa li ser wê fatûreya ku tu şaş dibînî, binivîsînî.

Piştî ku te îtiraz kir

Ne pêwîst e ku şîrket îtiraza te bibersivîne yan qebûl bike, da ku ew derbas bibe. Heger şîrket tevî îtiraza te di wê baweriyê de be ku mafê wan heye pere wergirin, wê demê li ser şîrketê dimîne ku vê meselê bibin asteke din. Piştî ku te îtiraz şand divê tu li bendê bisekinî û binêrî ka şîrket çi helwest digire. Heger şîrket daxwazên xwe dûbare neke wê demê ne hewce ye tu tiştekî bikî.

Heger şîrket îdîa bike ku te ji teklîfekê re gotiye erê

Heger şîrketek îdîa bike ku te ji teklîfekê re gotiye erê yan siparîşek kiriye, wê demê li ser şîrketê dimîne ku vê îsbat bike. Tu dikarî ji şîrketê daxwaz bikî ku bi nîşandana bingehek, îsbat bike ku te bi şîrketê re peymanekê çêkiriye.

Şîrkete ji te re telefon kir?

Li gorî qanûnê, derbarê firotinên bi rêya telefonê de pêwîst e şîrket pejirandineke binivîskî ji te wergire da ku peyman derbas bibe. Ev, hem dema şîrket telefonê te bike û hem jî dema ji te bê xwestin ku tu ji şîrketê re telefon bikî derbas dibe. Heger te peyman bi nivîskî qebûl nekiribe wê demê ew derbas nabe, û li beramberî şîrketê li ser te erk nabe ku tu pere bidî. Lê heger tu bi însiyatîfa xwe ji bo stendina tiştekî ji şîrketek re telefonê bikî, wê demê şerta peymana binivîskî derbas nabe.

Pejirandineke nivîskî divê çawa pêk bê?

Pejirandineke (qebûlkirineke) bi nivîskî dikare bi şiklên cuda be. Weke mînak:

  • îmzekirina kaxizek ku tê şandin ê mala te

  • pejirandina bi rêya e-name yan SMS

  • pejirandina bi rêya bank-ID

Pejirandin divê piştî axaftina telefonê bê kirin, da ku wexta te çêbe ku tu li ser teklîfê bifikirî. Yanê, ne di cîh de ye ku şîrket di dema axaftina telefonê de ji te daxwaz bike ku teklîf qebûl bikî.

Heger te bi nivîskî nepejirandibe îtiraz bike

Heger tevî ku te teklîf binivîskî nepejirandibe şîrket pere ji te bixwaze, tu dikarî protesto bikî û destnîşan bikî ku di navbera we de peymanek tuneye.

Heger malên ku te siparîş nekiriye ji te re hatibe

Heta ku di navbera te û şîrketê de peymanek tunebe li ser te erk jî tune ye ku tu wan malan ku şîrketê ji te re şandiye bi paş ve beşynî. Heger şîrket dixwaze mal jê re paş ve were şandin yan tu naxwazî ew mal li cem te bimîne dikarî ji şîrketê bixwazî ku ew mesrefa paşdaşandinê bide.

Heger fatûreyên din, bibîranîn yan doza deyntehsîlkirinê bê

Tevî ku tu ji fatûreyê re îtiraz bikî dibe ku şîrket ji daxwaza xwe neyê xwarê û fatûreyên nû û bibîranînan bişeyne yan berê xwe bide şîrketeke deyntehsîlkirinê (inkasso).

Heger fatûreyên nû ji te re werin

Heger, ji bilî wan fatûreyên berê ku te jê re îtiraz kirine, fatûreyên ku li derbarê tiştên din in werin, divê tu carake din binivîskî bi şîrketê re têkilî daynî û îtirazê bikî.

Heger li derbarê wan fatûreyên te îtiraza wan kiriye de bibîranîn werin

Heger bibîranînek li derbarê fatûreyekê de ku te îtiraza wê kiriye were ne hewce ye ku tu carake din ji bibîranînê re îtiraz bikî. Bi îtirazkirina ji fatûreya destpêkî re te carek diyar kiriye ku tu dê pere nedî.

Heger doza deyntahsîlkirinê ji te re bê

Hîn caran şîrket berê xwe didin şîrketinên deyntehsîlkirinê da ku bi alîkariya wan doza pereyê xwe bikin. Hatina doza deyntehsîlkirinê naye wê maneyê ku dê têbînîya dayina pere (betalningsanmärkning) ji bo te bê dayîn. Dikarî ji dozeke deyntehsîlkirinê re bi heman awayê îtirazkirina ji bo fatûreyeke normal îtirazê bikî. Lê divê tu îtiraza xwe ji wê şîrketa deyntahsîlkirinê ya ku dozê ji te re şandiye re bikî. Girîng e ku tu bibêjî ji ber çi sedemî tu ji daxwaza wan re îtirazê dikî. Jibîr neke, her tim binivîskî îtirazê bike, weke mînak bi rêya e-name.

Heger şîrket berê xwe bide Daîreya îcrayê

Hîn caran şîrket berê xwe didin Daîreya Îcarayê (Kronofogden) da ku bi alîkariya wan doza wergirtina pereyê xwe bikin, yanê ew miraceatê fermana deyndanê dikin. Lê heta wê dereceyê jî îmkana te heye ku tu îtirazê bikî, heger ku daxwaza şîrketê şaş be.

Heger şîrket berê xwe dabe Daîreya Îcrayê wê demê dê ji Daîreya Îcrayê nameyek ji te re were. Di nameyê de tête nivîsandin ka heger tu dozê qebûl nakî dikarî çi bikî, û çendîn wextê te heye ku tu bersivê bidî.

Heger tu di nav muhleta bersivdanê de ji Daîreya Îcrayê re rabighînî ku daxwaz şaş e, wê demê têbînîya dayina pere ji te re nayê dayîn. Tenê heger ku tu ti tiştek nekî, yanê ne pere bidî û ne jî rabighînî ku daxwaz û doz şaş e, dê Daîreya Îcrayê biryara xwe rabighîne. Ev tê wê maneyê ku Daîreya Îcrayê biryar dide ku tu pereyê ku şîrket ji te dixwaze bidî. Di wê rewşê de têbînîyeke dayîna pere ji te re tê dayîn. Ev jî tê wê maneyê ku şîrketên agahdariya krediyê li derbarê te de notek datînin ku te deynê xwe di wextê de nedaye.

Heger tu ji daxwaza Daîreya Îcrayê re îtiraz bikî divê şîrket wê demê serî li dadgehê bide, da ku ew biryarek bidin ka mafê wan ê wergirtina pere heye yan na.

Heger tu û şîrket li hev nekin

Heger pêdiviya te bi şîret û rêberiyê hebe dikarî bi Alo Serfkar (Hallå Konsument) re têkilî daynî. Em xizmeteke agahdariyê ya netewî ne, û em dikarin li derbarê mafên te de agahdarî bidin û bibêjin ka ji bo tu îtiraza xwe bimeşînî çi cure alternatîfên te hene. Em bi awayeke bêalî rê nîşan didin û nikarin dabaşa te ya takekes binirxînin, pirsgirêkan çareser bikin yan di şûna te de bi şîrketan re têkilî deynin.

Agahiyên têkiliya bi Alo Serfkar (Hallå konsument) re.

Heger tu û şîrket li hev neyên dikarî gelek caran li cem Lijneya giliyê ya gîştî (Allmänna reklamationsnämnden – ARN) gilî bikî, da ku ew nakokiya di navbera we de mihekeme bikin. Lê heger dabaş ji Daireya Îcrayê yan dadgehê re hatibe şandin yan jî dê were şandin, wê demê dê ARN dabaşê mihekem neke.

Li ser webcîya ARN’ê li derbarê gilîkirinê de zêdetir bixwîne.

Bestrida felaktig faktura

Om du får en felaktig faktura kan du bestrida den, det vill säga protestera mot den. Börja alltid med att kontakta företaget för att påpeka vad du tycker är fel. 

Kontakta företaget skriftligen 

Börja med att kontakta företaget för att påpeka vad som har blivit fel. Ta helst kontakt skriftligen, till exempel via mejl. Ibland beror fel på misstag som enkelt kan klaras upp genom att du påpekar felet för företaget. 

Om företaget inte går med på att rätta det som du tycker är felaktigt kan du bestrida fakturan eller den del av fakturan som är felaktig. 

Så bestrider du

Att bestrida en faktura innebär att du meddelar företaget att du protesterar mot fakturan och därför inte kommer att betala. Det är viktigt att du talar om varför du tycker att fakturan är felaktig, till exempel att summan inte motsvarar det ni har kommit överens om. 

Kontrollera hur stor del av fakturan som är fel

Tänk på att kontrollera om hela fakturan är felaktig eller bara en del av den. Grundprincipen är att du ska betala för den del som är korrekt. Ibland behöver du alltså meddela företaget att du till exempel kommer att betala hälften av fakturans belopp, men att du bestrider det resterande beloppet. 

Bestrid skriftligen

När du bestrider en faktura är det viktigt att du kontaktar företaget skriftligen så att du kan bevisa att du har protesterat. Du kan till exempel skicka ett mejl. Skickar du ett brev är det bra om du skickar brevet rekommenderat så att du kan bevisa att du har bestridit fakturan. Kom ihåg att fota brevet eller ta en kopia på ditt bestridande.

I meddelandet till företaget behöver du ange nummer, belopp och datum på fakturan som du anser är felaktig.  

Efter att du har bestridit

Företaget behöver inte besvara eller godkänna ditt bestridande för att det ska gälla. Om företaget trots ditt bestridande tycker att de har rätt till betalning är det upp till företaget att driva ärendet vidare. Efter att du har skickat ditt bestridande kan du alltså vänta för att se hur företaget agerar. Om företaget inte skickar fler krav behöver du inte göra något mer. 

Om företaget påstår att du har tackat ja till ett erbjudande

Om företaget påstår att du har tackat ja till ett erbjudande eller gjort en beställning är det upp till företaget att kunna bevisa det. Du kan be företaget att visa underlag som bevisar att du har ingått ett avtal med företaget. 

Ringde företaget upp dig?

För telefonförsäljning krävs det enligt lag att företaget får ett skriftligt godkännande från dig för att avtalet ska bli giltigt. Det gäller om företaget ringer upp dig, eller om du blev uppmanad av företaget att ringa dem. Om du inte har godkänt avtalet skriftligen är det ogiltigt, och du har ingen betalningsskyldighet gentemot företaget. Om du på eget initiativ ringer upp ett företag för att köpa något finns inget skriftlighetskrav. 

Hur ska ett skriftligt godkännande gå till?

Ett skriftligt godkännande kan se ut på olika sätt. Du kan till exempel: 

  • skriva under ett papper du får hemskickat 

  • godkänna elektroniskt via e-post eller sms 

  • godkänna via bank-ID 

Godkännandet ska ske efter samtalet, så att du får tid att tänka över erbjudandet. Det är alltså inte okej för företaget att uppmana dig att godkänna erbjudandet under samtalet.  

Bestrid om du inte har godkänt skriftligen

Om företaget kräver betalning från dig trots att du inte har godkänt erbjudandet skriftligen, kan du protestera och hänvisa till att det inte finns något avtal. 

Om du har fått varor som du inte har beställt

Så länge det inte finns ett avtal mellan dig och företaget har du ingen skyldighet att skicka tillbaka eventuella varor som företaget har skickat till dig. Om företaget vill ha tillbaka varorna eller om du inte vill ha kvar varorna hos dig kan du kräva att företaget står för kostnaden för att skicka tillbaka varorna. 

Om du får fler fakturor, påminnelser eller inkassokrav

Trots att du bestrider fakturan kan det hända att företaget står fast vid sitt krav och skickar nya fakturor, påminnelser eller vänder sig till ett inkassobolag. 

Om du får nya fakturor

Om du får fakturor som gäller något annat än de fakturor du tidigare har protesterat mot, behöver du återigen kontakta företaget skriftligen för att bestrida.  

Om du får påminnelser på fakturor du har bestridit

Om du får en påminnelse på en faktura som du redan har bestridit behöver du inte bestrida påminnelsen. Genom att bestrida ursprungsfakturan har du redan förklarat att du inte kommer att betala. 

Om du får inkassokrav

I vissa fall vänder sig företag till inkassobolag för att få hjälp med att kräva in betalningen. Att du får ett inkassokrav betyder inte att du har fått eller kommer att få en betalningsanmärkning. Du kan bestrida ett inkassokrav på samma sätt som du bestrider en vanlig faktura, men du behöver bestrida till inkassobolaget som har skickat kravet. Det är viktigt att du talar om varför du bestrider kravet. Tänk på att alltid bestrida skriftligen, till exempel via mejl. 

Om företaget vänder sig till Kronofogden

Ibland vänder sig företag till Kronofogden för att få hjälp med att kräva betalt, det vill säga ansöker om ett så kallat betalningsföreläggande. Men du har fortfarande möjlighet att bestrida om kravet är felaktigt. 

Om företaget har vänt sig till Kronofogden kommer du att få ett brev från Kronofogden. I brevet står det vad du ska göra om du inte håller med om kravet, och hur lång tid du har på dig att svara. 

Om du inom svarstiden meddelar Kronofogden att kravet är felaktigt får du ingen betalningsanmärkning. Det är om du inte gör någonting, det vill säga varken betalar eller meddelar att kravet är felaktigt, som Kronofogden meddelar ett så kallat utslag (beslut). Det betyder att Kronofogden fastställer att du ska betala det som företaget kräver. I det läget får du en betalningsanmärkning, vilket betyder att kreditupplysningsföretagen gör en anteckning om att du inte har betalat skulden i tid. 

Om du bestrider kravet från Kronofogden behöver företaget vända sig till domstol för att få ett beslut över om de har rätt till betalning eller inte. 

Om du och företaget inte kommer överens

Om du behöver vägledning kan du kontakta Hallå konsument. Vi är en nationell upplysningstjänst som kan ge information om dina rättigheter och vilka alternativ du har för att komma vidare. Vi ger oberoende vägledning och kan därför inte bedöma ditt enskilda ärende, lösa tvister eller kontakta företag åt dig. 

Kontaktuppgifter till Hallå konsument

Om du och företaget inte kommer överens kan du i många fall anmäla till Allmänna reklamationsnämnden (ARN) för att få tvisten prövad. ARN kommer dock inte att pröva tvisten om ärendet har blivit eller blir överlämnat till Kronofogden eller domstol. 

Läs mer om att göra en anmälan på ARN:s webbplats

Fäll ihop