Garantî
Garanti - Nordkurdiska (Kurmancî)
Garantiyek tê wê maneyê ku şîrket garantî dike ku tevahîya malê yan hîn xisûsiyetên wî malî dê seranserê dema xerentiyê de kar bike. Lê jibîr neke ku di qanûnên serfkaran de hertim parastinek ji bo te heye. Mafê gilîkirinê (reklamationsrätt) ya te hetanî sê salan heye, herçendî dema garantiyê kêmtir be jî.
Ev nivîs ji zimanê swêdî hatiye wergerandin Nivîs û şiklê rûpelê dikare bi rûpela orîjînal re qiyas cûdatir xuya bike. Nivîsarên bi
Garantî çi ye?
Garantî ew soza şîrketê ye ku dibêje tiştê te stendiye dê hetanî demekê kar bike. Dayîna garantiyê ji bo şîrketekê bi dilxwazî ye û şîrket bixwe biryar dide ka qaîdeyên ji bo garantiyê divê çawa bin. Ji bo ku tu weke serfkar karibî garantî bikarbînî divê tu karibî nîşan bidî ku di malî de şaşiyek heye.
Li ser şîrketê erk e ku şaşiyan, li gorî wan qaîdeyên ji bo garantiyê derbas dibin, sererast bike. Şert ew e ku hemû şaşiyên malî yên ku di çarçova dema garantiyê de, ji cureeya şaşiyên destpêkî bin. Şaşiyên destpêkî ew cure şaşî ne ku hêj dema te otomobîl kirîbû li wir hebûn. Şaşiyek dikare destpêkî be herçendî hîn ji vana piştî demekê xwe rû didin. Mînakên şaşiyên nedestpêkî miameleyê xerab, bikaranînek nenormal (şaş bikaranîn) yan qezayek e. Ji ber ku barê îsbatê seranserê dema garantiyê de li ser milê şîrketê ye, garantiyek dikare mafên ji yên qanûnên serfkaran baştir bide te.
Garantiya xwe wisa bikar tînî
Şîrket divê li derbarê naverok û çarçoveya garantiyê de, ji bo bikaranîna garantiyê çi pêwîstî hene û li gorî qanûnan tesîrnekirina li ser mafên te de agahdariyên binivîskî bide te.
Heger malek te ku garantiya wê heye bişkî, yan bi awayeke din şaşiyek wê heye, wê demê divê tu berê xwe bidî wê şîrketa ku te mal jê stendiye. Mafê te ye ku, di dema garantiyê de, doza heman tedbîrên ku di qanûna kirînên serfkaran de heye bikî. Heger şaşiya malê te di çarçoveya garantiyê de be, divê ev bêyî ku tu pere bidî were sererastkirin. Herwiha dikarî ji ber şaşiya malê doza dayîna mesrefên xwe yên zêde jî bikî. Weke mînak mesrefên rêwîtiya ji bo çûndina cem şîrketê. Heger şîrketek ji bo sererastkirineke garantiyê ji te pere bistîne dikarî li cem Daîreya Serfkaran ya Gîştî (Konsumentverket) giliyê wê şîrketê bikî.
Giliyê xwe li ser webcîya Daîreya Serfkaran ya Gîştî (Konsumentverket) bike.
Garantî kengî derbas nabe
Ji bo ku şîrket mesrefa garantiyê nede, divê ew karibe îsbat bike ku sebebê şaşiya malê tu bixwe yî. Şaşiya malê berpirsiyariya te ye heger ku - piştî mal giha destê te qezayek çêbûbe - te mal bi xerabî bikar aniye yan bi awayeke nenormal bikar aniye – te lênêrîna malê nekiriye û rebernameya servîskirinê pêk neaniye – şaşî ji ber kevinbûna (silîtaja) normal pêk hatiye.
Ferqa di navbera garantî û mafê gilîkirinê
Garantî û mafê gilîkirinê (reklamationsrätt) du tiştên cuda ne ku hîn caran têne tevlîhevkirin Dayina garantiyê bi dilê şîrketan e. Lê mafê gilîkirinê, li gorî qanûna kirînan ya serfkaran, hetanî sê salan hertim heye. Yanê, mafê gilîkirina malekî şaş li gorî qanûnê hetanî sê salan heye, herçendî garantiya malê te hebe yan na. Heger garantiyek te ya zêdeyî sê salan hebe dikarî giliye şaşiyên wî malî seranserê dema garantiyê bikî.
Weke mînak, heger garantiya malekî te ya ji du salan hebe û malê te piştî wê demê bişkî, dikarî hetanî saleke din jî gilîyê şaşiyên wê malî bikî - ji ber ku mafê te yê qanûnî yê gilîkirinê ji tarîxa stendinê hetanî sê salan derbas dibe.
Source: Konsumentverket