Balafira derengmayî
Försenat flyg - Nordkurdiska (Kurmancî)
Heger balafira te biderengî bimîne mafê te yê ji şîrketa balafirê wergirtina bedel û alîkariyê heye. Di vê rûpelê de dikarî hîn bibî ka dikarî doza bedelekê çiqasî mezin bikî û heger ku şîrketa balafiran daxwazên te red bike serî li kîjin rêyan bidî.
Translated page: This text has been translated from Swedish. The text and appearance of the page may look different from the original page.
Hesabê çi dikarî daxwaz bikî derxîne û dozê ji şîrketa balafiran re bişeyne
Bi haceta me ya belaş, Flygkalkylatorn (Hesabkerê firînê), agahiyên li derbarê rêwîtiya xwe ya bi balafirê dadigirî, da ku zanibî kîjan mafên te hene. Weke mînak tu dê hîn bibî ka mafê te yê tezmînatê çiqasî ye. Flygkalkylatorn te dişeyne webcîya wê şîreketa balafiran ya pêwendîdar, da ku tu karibî daxwazên xwe bi rêya webcîya wan bişeynî. Biçe Flygkalkylatorn
Flygkalkylatorn bi zimanê swêdî û înglîzî heye.
Heger tu nikaribî daxwazên xwe bi rêya webcîya şîrketa balafirê bişeynî, dikarî forma gilîkirinê ya Yekîtiya Ewrûpayê bi kar bînî û bi rêya e-name yan nameyek ji vê şîrketa balafiran re bişeynî. Form (blankett) bi swêdî û înglîzî heye.
Forma bi swêdî Forma bi înglîzî
Heger şîrketa balafirê ne swêdî be yan bûyer li welat derveyê Swêdê qewimî be forma bi înglîzî bikar bîne. Kopiyekê wê forma ku tu ji şîrketa balafirê re dişeynî li cem xwe biparêze. Heger daxwaza tezmînata mesrefên xwe dikî wê demê ji bo vê bingeh pê re bişeyne, weke mînak fîş (kvitto), ku nîşan didin mesref ji bo çi hatine kirin.
Li benda bersiva şîrketa balafirê be
Dema te giliyê xwe ji şîrketa balafirê re şand divê tu li benda bersiva şîrketa balafirê bî. Tiştekî normal e ku meriv çend hefte li benda bersivê bimîne. Lê heger tu zêdeyî şeş hefte bê bersiv mayî dikarî dabaşa xwe bibî asteke din.
Di YE de qaîdeyên taybet yên ji bo balafirên derengmayî
Di nav YE (Yekîtiya Ewrûpayê) de qaîdeyên taybet ji bo balafiran hene, ku dema balafirek dereng ma yan rêwîtî hat betalkirin mafê alîkariyê dide te. Herwiha dibe ku mafê te yê tezmînateke bi mîkdara şablon ya bi euro tê dayîn jî hebe.
Di van rewşan de qaîdeyên YE’yê derbas dibin:
dema ji balafirgehekê di nav YE de difirî.
dema bi şîrketeke balafiran ya li YE qeydkirî ji balafirgehekê ji derveyê YE difirî balafirgehekê nav YE’yê.
Ev qaîde her wekî ji bo hemû welatên YE’yê ji bo Norwec, Îzlanda û Swîsrê jî derbas dibin.
Heger qaîdeyên YE’yê ji bo firîna te derbas nebe, wê demê mafê te yê tezmînatê ya mîkdara şablonî tune ye. Lê dibe ku mafê te yê wergirtina tezmînata mesrefên mecbûrî hebin.
Mafê te yê tezmînata aborî
Heger balafira te bi derengî bimîne dibe ku mafê te yê du cure tezmînatên aborî hebin. Ji a yekem re dibêjin bedel (kompensation) û ya dûem jî tezmînat (skadestånd) e.
Bedel
Dibe ku mafê te yê tezmînateke bi mîkdara şablon ya bi euro tê dayîn hebe, heger ku rêwîtiya te ya firînê di çarçoveya qaîdeyên YE de bin. Bedel di nav 250 ta 600 euro’yî de diguhere. Armanca bedelê ew e ku wê wexta ku te ji ber derengmayînê wenda kiriye bi bedelek li te vegerîne. Ji bo mafê wergirtina bedelê divê balafir sê saet yan zêdetir dereng mabe. Meziniya mîkdara ku mafê te ye herwiha girêdayî dirêjiya firînê ye:
250 euro ji bo hemû firînên herî zêde 1 500 kilometer.
400 euro ji bo hemû firînên li nava YE yên dirêjtirê ji 1 500 kilometre û ji bo hemû firînên navbera 1 500 û 3 500 kilometre dirêj.
600 euro ji bo hemû firînên din yên di çarçoveya qaîdeyên YE de ne.
Dirêjiya firînê ji nokteya destpêkê hetanî hedefa dawî ya rêwîtiyê tê hesabkirin. Herçendî te li ku deverê j ibo navberê danîbe û di kîjan beşa rêwîtiyê de derengî çêbûbe, ev wisa derbas dibe.
Di firînên dirêj de bedel dikare were nîvenîvkirin
Di firînên dirêj de, yanî firînên seriya 3 500 kîlometre de, girêdayî dirêjiya dema derengiyê çiqasî ye mîkdara şablon ya ku mafê te ye dikare were nîvenîvkirin,
Tezmînat
Her çendî firîna te di nav çarçoveya qaîdeyên YE de be yan nebe, dîsa jî dibe ku ji ber mesrefên balafira derengmayî mafê te yê wergirtina tezmînatê hebe. Weke mînak dibe ku tu mecbûr bûyî li balafirgehê xwarin bikirî, şevekî hotelê wenda kiribî yan beşek ji hatiniya xwe ya ji karî wenda kiribî. Hemû fîşên (kvitto) ji mesrefên xwe weke îsbat li cem xwe biparêze.
Lê ji ber mexdûriyeta psîkolojîkî, zehmetiya libendêmayînê, hîsên nebaş yan zehmetiyên wekî vê ku ji ber derengmayîna balafirê rû dan e nikarî bedeleke aborî wergirî.
Mafê te yê destek û alîkariya ji şîrketa balafiran
Heger balafira te bi kêmasî du saetan dereng ma û firîn di çarçoveya qaîdeyên YE de ye, divê şîrketa balafirê xwarin û vexwarina belaş ya bi rêjeyeke maqûl a derengmayînê teklîfê rêwiyên xwe bike. Şîrketa balafirê herwiha divê li derbarê mafên te yên heyî de te agahdar bike.
Mafê paşdewergirtina pere ji ber derengiya zêdeyî 5 saetan
Heger balafira te zêdeyî 5 saetan dereng bigihe qonaxa dawî, divê şîrketa balafirê pereyê wê beşa bilêtê ku tu nikarîbûn bikar bînî li te vegerîne.
Dema ku divê pere li te bê vegerandin, li ser şîrketa balafirê erk e ku mesrefa bilêtên te di nava 7 rojan de vegerîne te. Vegerandina pereyan divê neqît, bi rêya şandina hesabê bankeyê ya elektronîkî, cîroya bankeyê yan bi çekê be. Heger tu qebûl bikî dê vegerandina pereyan bi rêya meqbûza pereyê heyî (tillgodokvitto) yan bi awayeke din pêk bê.
Dema vegerandina pere qebûl bikî nikarî di heman demê de ji şîrketa balafiran daxwaz bikî ku ew bidomînin û te bifirînin qonaxa rêwîtiya te.
Di van rewşan de mafê te yê bedela aborî tune ye
Heger ku balafir ji ber rewşên awerte dereng mayî ye yan betal bûye, wê demê li ser şîrketa balafirê erk nîn e ku bedela aborî ya bi şiklê mîkdara şablonî bi euro’yê bidin te. Niyeta bi şertên awerte bûyerên ji derveyî kontrola şîrketa balafirê ye, û ku ev nikarîbûn tevî hemû tedbîrên maqûl werine berteref kirin.
Bûyerên taybetî yên hertim dikarin weke awerte bên dîtin tune ne. Ev divê her carekî li gorî wan şertên xisûsî bêne nirxandin. Lê hîn mînakên bûyerên awerte jî dikarin hebin:
bê-îstîkrariya siyasî
rewşa avûhewayê ku îmkan nade firînê
metirsiyên (rîskên) ewlekariyê
li derbarê ewleyiya firînê de kêmasiyên ji derveyî hesabê çê dibin
grevekê dewamî ya ku tesîrê li ser xebata şîrketa balafirê dike.
Di halê normal de ş aşiyên teknîkî yên di balafirê de weke bûyereke awerte nayê dîtin.
Berpirsiyariya şîrketa balafiran e ku îsbat bike ku derengmayîn yan betalbûna balafirê ji ber rewşeke awerte pêk hatiye. Şîrketa balafiran herwiha divê îsbat jî bike ku ji bo balafir dereng nemîne yan betal nebe ji dest wan çi hatiye wan kiriye.
Heger şîrketa balafiran rewşên awerte/force majeure destnîşan bike
Hîn caran dibe ku şîrketên balafiran rewşên awerte destnîşan dikin û ji ber vê bedel yan tezmînatê nadin. Di destê yekê de şîrketa balafiran li derbarê bûyerê de nirxandineke xwe dike, û biryarê dide ka tezmînat bide yan na. Heger tu nirxandina şîrketa balafirê qebûl nekî, wê demê hîn cîh (meqam) hene ku tu dikarî dabaşa xwe ji wan re bişeynî û daxwaza nirxandineke belaş û bêalî bikî.
Ji bo nirxandina dabaşa xwe vî tiştî dikarî bikî
Ka kîjan cîh dê dabaşa te mihakeme bike girêdayî wê tezmînatê ye ku te doza wê kiriye û li kîjan welatî problema balafirê çêbû ye. Bi me re têkilî dayne û em ê ji te re bibêjin ka divê tu berê xwe bidî ku deverî.
Source: Konsumentverket