Balafira betalkirî
Inställt flyg - Nordkurdiska (Kurmancî)
Heger balafira te were betalkirin mafê te heye ku ji şîrketa balafirê bedel û alîkariyê wergirî. Di vê rûpelê de dikarî hîn bibî heger ku şîrketa balafiran daxwazên te red bike ka dikarî doza bedelekê çiqasî mezin bikî û serî li kîjin rêyan bidî.
Translated page: This text has been translated from Swedish. The text and appearance of the page may look different from the original page.
Hesabê doza çi dikarî bikî derxîne û dozê ji şîrketa balafiran re bişeyne
Bi haceta me ya belaş Flygkalkylatorn (Hesabkerê firînê) agahiyên li derbarê rêwîtiya xwe ya bi balafirê dadigirî, da ku zanibî kîjan mafên te hene. Weke mînak tu dê hîn bibî ka mafê te yê tezmînatê çiqasî ye. Flygkalkylatorn te dişeyne webcîya wê şîreketa balafiran ya pêwendîdar, da ku tu karibî daxwazên xwe bi rêya webcîya wan bişeynî. Biçe Flygkalkylatorn
Flygkalkylatorn bi zimanê swêdî û înglîzî heye.
Heger tu nikaribî daxwazên xwe bi rêya webcîya şîrketa balafirê bişeynî dikarî forma gilîkirinê ya Yekîtiya Ewrûpayê bi kar bînî û bi rêya e-name yan nameyek ji şîrketa balafiran re bişeynî. Form (blankett) bi swêdî û înglîzî heye.
Heger şîrketa balafirê ne swêdî be yan bûyer li welat derveyê Swêdê qewimî be forma bi înglîzî bikar bîne. Kopiyekê forma tu ji şîrketa balafirê re dişeynî li cem xwe biparêze. Heger doza tezmînata mesrefên te kirine dikî wê demê ji bo vê bingeh bişeyne, weke mînak fîş (kvitto), ku nîşan didin mesref ji bo çi hatine kirin.
Li benda bersiva şîrketa balafirê be
Dema te giliyê xwe ji şîrketa balafirê re şand divê tu li benda bersiva şîrketa balafirê bî. Tiştekî normal e ku meriv çend hefte li benda bersivê bimîne. Lê heger tu zêdeyî şeş hefte bê bersiv mayî dikarî dabaşa xwe bibî asteke din.
Di YE de qaîdeyên taybet yên ji bo balafirên betalkirî
Di nav YE (Yekîtiya Ewrûpayê) de qaîdeyên taybet ji bo balafiran hene, ku dema balafirek dereng ma yan rêwîtî hat betalkirin mafê alîkariyê dide te. Herwiha dibe ku mafê te yê tezmînateke bi mîkdara şablon ya bi euro tê dayîn jî hebe.
Di van rewşan de qaîdeyên YE’yê derbas dibin:
dema ji balafirgehekê di nav YE de difirî.
dema bi şîrketeke balafiran ya li YE qeydkirî ji balafirgehekê ji derveyê YE difirî balafirgehekê nav YE’yê.
Ev qaîde her wekî ji bo hemû welatên YE’yê ji bo Norwec, Îzlanda û Swîsrê jî derbas dibin.
Heger qaîdeyên YE’yê ji bo firîna te derbas nebe, wê demê mafê te yê tezmînatê ya mîkdara şablonî tune ye. Lê dibe ku mafê te yê wergirtina tezmînata mesrefên mecbûrî hebin.
Hertim mafê jinûve cî veqetandinê yan paşdewergirtina pere
Heger balafira te hat betalkirin, û ev di çarçoveya qaîdeyên YE de ye, hertim mafê te yê yek ji van alternatîfan heye:
jinûve cî veqetandina li balafira dihatû yan yeka careke paşê
paşdewergirtina pereyê wê beşa bilêtê ku tu nikarîbûn bikar bînî
Şîrketa balafirê divê hertim hilbijartina navbera jinûve cî veqetandin û paşdewergirtina pere teklîfê te bike. Sedemê betalkirina balafirê çi dibe bila bibe û ne xem e te li derbarê betalkirina balafirê de kengî agahdarî wergirtibe, ev qaîde dîsa jî derbas dibe.
Jinûve cî veqetandin
Heger ji bo rêwîtiyê jinûve cî bê veqetandin divê ev cî veqetandina rêwîtiyeke bi heman qîmetê be. Heger zêdetirê du saetan bisekinî divê şîrketa balafirê xwarin û vexwarina belaş ya bi rêjeyeke maqûl a derengmayînê teklîfê rêwiyên xwe bike. Şîrketa balafirê herwiha divê li derbarê mafên te yên heyî de te agahdar bike. Heger te hilbijartiye ku bi balafira dihatû de cî ji bo te bê veqetandin û tu li balafirgehê yan li qonaxa rêwîtiyê yek yan jî çend şevan dimînî divê şîrketa balafiran mesrefa razana li hotelê bide.
Paşdewergirtina pere
Heger tu vegerandinê hilbijêrî li ser şîrketa balafirê erk e ku mesrefa bilêtên te di nava 7 rojan de vegerîne te. Vegerandina pereyan divê neqît, bi rêya şandina hesabê bankeyê ya elektronîkî, cîroya bankeyê yan bi çekê be. Heger tu qebûl bikî dê vegerandina pereyan bi rêya meqbûza pereyê heyî (tillgodokvitto) yan bi awayeke din pêk bê.
Paşdewergirtina pereyan tê maneya dawîkirina peymana bi şîrketa balafirê re, û berpirsiyarî dikeve ser te ku tu xwe bigihînî malê. Wê demê ne pêwîst e ku şîrket, weke mînak, mesrefên xwarin, vexwarin yan jî razana li hotelê bide.
Mafê te yê tezmînata aborî
Heger balafira te were betalkirin dibe ku mafê te yê du cure tezmînatên aborî hebin. Ji a yekem re dibêjin bedel (kompensation) û ya dûem jî tezmînat (skadestånd) e.
Bedel
Dibe ku mafê te yê tezmînateke bi mîkdara şablon ya bi euro tê dayîn hebe, heger ku rêwîtiya te ya firînê di çarçoveya qaîdeyên YE de be. Armanca bedelê ew e ku wê wexta ku ji ber derengmayînê te wenda kiriye bi bedelek li te vegerîne. Meziniya mîkdara ku mafê te ye herwiha girêdayî dirêjiya firînê ye:
250 euro ji bo hemû firînên herî zêde 1 500 kilometer.
400 euro ji bo hemû firînên li nava YE yên dirêjtirê ji 1 500 kilometre û ji bo hemû firînên navbera 1 500 û 3 500 kilometre dirêj.
600 euro ji bo hemû firînên din yên di çarçoveya qaîdeyên YE de ne.
Dirêjiya firînê ji nokteya destpêkê hetanî hedefa dawî ya rêwîtiyê tê hesabkirin. Ev wisa derbas dibe, herçendî te li ku deverê navber danîbe û di kîjan beşa rêwîtiyê de derengî çêbûbe.
Mafê te yê bedelê, girêdayî kengî ji bo dema nû ya rêwîtiyê hatî agahdarkirin û ferqa wextê ya ji wexta destpêkî ye. Di rewşên jêrîn de mafê te yê wergirtina bedelê tune ye:
dema ku agadariya li derbarê guhertinê de 14 roj yan zêdetir ê berya rêwîtiya plankirî giha te.
dema ku agahdariya li derbarê guhertinê de navbera 7 – 13 rojên berya rêwîtiya plankirî giha te, û dema nû ya rêwîtiya te herî zêde 2 saet berya dema rêwitiya destpêkî ye û dema danîna li qonaxê herî dereng 4 saet piştî wexta danîna destpêkî ye.
dema agahdariya li derbarê guhertinê de kêmtirî 7 roj berya rêwîtiya plankirî giha te, û dema nû ya rêwîtiya te herî zêde 1 saet berya rêwîtiya destpêkî be û wexta te ya nû ya danîna li qonaxa rêwîtiyê herî dereng 2 saet piştî wexta danîna destpêkî be.
Tezmînat
Her çendî firîna te di nav çarçoveya qaîdeyên YE de be yan nebe, dîsa jî dibe ku ji ber mesrefên balafira betalkirî mafê te yê wergirtina tezmînatê hebe. Weke mînak dibe ku tu mecbûr bûyî li balafirgehê xwarin bikirî, şevekî hotelê wenda kiribî yan beşek ji hatiniya xwe ya ji karî wenda kiribî. Hemû fîşên (kvitto) ji mesrefên xwe weke îsbat li cem xwe biparêze.
Lê ji ber mexdûriyeta psîkolojîkî, zehmetiya libendêmayînê, hîsên nebaş yan zehmetiyên wekî vê ku ji ber derengmayîna balafirê rû dan e nikarî bedeleke aborî wergirî.
Di van rewşan de mafê te yê bedela aborî tune ye
Li ser şîrketa balafirê erk nîn e ku bedela aborî ya bi şiklê mîkdara şablonî bi euro’yê bidin te, heger ku balafir ji ber rewşên awerte dereng mayî ye yan betal bûye. Qesta bi şertên awerte bûyerên ji derveyî kontrola şîreketa balafirê ye, û ku ev nikarîbûn tevî hemû tedbîrên maqûl werine berteref kirin.
Bûyerên taybetî yên hertim dikarin weke awerte bên dîtin tune ne. Ev divê her carekî li gorî wan şertên xisûsî bêne nirxandin. Lê hîn mînakên bûyerên awerte jî dikarin hebin:
bê-îstîkrariya siyasî
rewşa avûhewayê ku îmkan nade firînê
metirsiyên (rîskên) ewlekariyê
kêmasiyên ji derveyî hesabê yên derbarê ewleyiya firînê de
grevekê dewamî ya ku tesîrê li ser xebata şîrketa balafirê dike.
Di rewşên normal de şaşiyên teknîkî yên di balafirê de weke bûyereke awerte nayê dîtin.
Berpirsiyariya şîrketa balafiran e ku îsbat bike ku derengmayîn yan betalbûna balafirê ji ber rewşeke awerte pêk hatiye. Şîrketa balafiran herwiha divê îsbat jî bike ku ji bo balafir dereng nemîne yan betal nebe ji dest wan çi hatiye wan kiriye.
Heger şîrketa balafiran rewşên awerte/force majeure destnîşan bike
Hîn caran dibe ku şîrketên balafiran rewşên awerte destnîşan dikin û ji ber vê bedel yan tezmînatê nadin. Di destê yekê de şîrketa balafiran li derbarê bûyerê de nirxandineke xwe dike, û biryarê dide ka tezmînat bide yan na. Heger tu nirxandina şîrketa balafirê qebûl nekî wê demê hîn cî (meqam) hene ku tu dikarî dabaşa xwe ji wan re bişeynî û daxwaza nirxandineke belaş û bêalî bikî.
Ji bo nirxandina dabaşa xwe vî tiştî dikarî bikî
Ka kîjan cîh dê dabaşa te mihakeme bike girêdayî wê tezmînatê ye ku te doza wê kiriye û li kîjan welatî problema balafirê çêbû. Bi me re têkilî dayne û em ê ji te re bibêjin ka divê tu berê xwe bidî ku deverî.
Source: Konsumentverket