Alîkarî ji bo pirsgirêkên butçe û deynan

Få hjälp med skuldrådgivning - Nordkurdiska (Kurmancî)

Li Swêdê deynê nêzî 400 000 kesî li cem Daîreya Îcrayê (*Kronofogden*) heye. Li kêlaka vana gelek kes hewl didin aboriya xwe sererast bikin. Ji bilî mexdûriyeta şexsî deyndariya zêde salane di navbera 30 – 50 mîlyar kronî li civakê dibe mal. Tiştê pozîtîf ew e ku meriv dikare alîkarî wergire.

Ev nivîs ji zimanê swêdî hatiye wergerandin Nivîs û şiklê rûpelê dikare bi rûpela orîjînal re qiyas cûdatir xuya bike. Nivîsarên bi

Di van babetan de dikarî alîkarî wergirî

Kesê ku deyndar e dikare ji şêwirmendiyaa butçe û deynan ya şaredariyê alîkariyek belaş bigire. Ew di van babetan de alîkariya te dikin:


  • Aboriya xwe têxî bin kontrolê û li derbarê pêşîdan û mijûlbûna li ser deynan de şîretan dikin. 

  • Miraceata jinûveavakirina deynan. 

  • Berya, di dema û piştî jinûveavakirina deynan de dayîna alîkariyên din.

  • Amadekirina pêşniyazên ji bo peymanên dilxwaz yên bi deyndêran re, yanê ew kesên ku tu deyndarê wan î (heger ku jinûveavakirina deynan nedin te yan tu vê nexwazî). 

  • Bi kesên ku pere deyndarê wan î re ji bo şertên baştir nîqaş bike.

Alîkarî belaş e

Şaredarî li gorî qanûnan erkdar in ku tewsiyeyên aborî bidin kesên deydar. Wergirtina alîkariyê belaş e. Şewirmendek butçe û aboriye dikare alîkariya te bike da ku tu karibî aboriya xwe fahm bikî, û ew dikarin şîretên pratîkî bidin wan kesên ku deyndar in. Kesên ku pêdiviya wan bi jinûveavakirina deynan heye dikarin li derbarê miraceata jinûvemihekemekirinê û îtirazkirina biryaran de alîkarî wergirin.

Agahdariyên tekiliya bi şêwirmendiya butçe û deynan

Ji bo bi şêwirmendiya butçe û deynan ya li herêma xwe re têkilî deynî dikarî serî li şaredariya xwe bidî. Dikarî herwiha bi lînka li jêrê lîsteya şêwirmendiya butçe û deynan ya hemû şaredariyan peyda bikî.

Lîsteya şêwirmendiya butçe û deynan ya her şaredariyê bibîne

Hetanî tu li benda alîkariyê yî

Li gelek şaredariyan, ji bo dîtina şêwirmendekî butçe û deynan, doreke dirêj ya randevûyê heye. Hetanî karibî alîkariyeke şexsî wergirî divê tu di nav deynên xwe de pêşîdanek bikî, heger ku tu nikarî hemûyan bi carekê re bidî. Tiştê herî girîng ew e ku tu kirê, hesabê elektrîkê û sîgorta malê bidî. Naxwe dikarî ji mala xwe bêyî derxistin, elektrîka te dikare bê girtin yan jî, weke mînak, heger qezayek bê serê te tu dê nikaribî alîkarî wergirî. Herwiha dayîna pereyê endametiya kasaya bêkariyê (A-kassan) û mesrefa lênêrîna zarokan jî giring e.

Heger alîkariya pêwîst nikaribî wergirî

Heger li şaredariyê şêwirmendiya butçe û deynan tunebe yan tu nikaribî wê alîkariya ku mafê te ye wergirî, wê demê dikarî miraceatê Mifetîşiya tendrûstî û lênêrînê (Inspektionen för vård och omsorg – IVO) bikî. Tu dikarî miraceata xwe hem bi rêya formeke fîzîkî û hem jî bi rêya xizmeta elektronîkî bikî. Dema miraceata te giha destê IVO’yê ew dibe belgeyeke fermî.

Li ser webcîya IVO’yê zêdetir bixwîne.

Få hjälp med budget- och skuldfrågor

Nästan 400 000 svenskar har skulder hos Kronofogden. Utöver dessa så kämpar många med sin ekonomi. Förutom det personliga lidandet kostar överskuldsättning samhället 30–50 miljarder kronor varje år. Det positiva är att det finns hjälp att få. 

Det här kan du få hjälp med 

Den som är skuldsatt kan få kostnadsfri hjälp av en kommunal budget- och skuldrådgivare. De hjälper till att:   

  • Få koll på din ekonomi och ge råd hur du ska hantera och prioritera skulderna.  

  • Ansöka om skuldsanering.  

  • Ge annat stöd före, under och efter en skuldsanering. 

  • Ta fram förslag på frivilliga överenskommelser med fordringsägarna, det vill säga de du är skyldig pengar (om du inte får eller vill ha skuldsanering).  

  • Diskutera om bättre villkor hos de som du är skyldig pengar.  

Det kostar inget att få hjälp 

Kommuner är enligt lag är skyldiga att ge ekonomisk rådgivning till skuldsatta personer. Det kostar ingenting att få hjälp. En budget- och skuldrådgivare kan hjälpa till att överblicka din ekonomi och kan ge praktiska råd till den som är skuldsatt. Personer som har behov av skuldsanering kan bland annat få hjälp med ansökan samt omprövning och överklagan av beslut. 

Kontaktuppgifter till din budget- och skuldrådgivning 

För att komma i kontakt med din lokala budget- och skuldrådgivning kan du kontakta din kommun. Du kan också följa länken nedan för att hitta en lista över alla kommuner och kontaktuppgifter till deras budget- och skuldrådgivning. 

Se lista över budget- och skuldrådgivning utifrån kommun  

Medan du väntar på hjälp 

Många kommuner har väntetider när det gäller att träffa en budget- och skuldrådgivare. Fram tills att du får personlig hjälp behöver du prioritera bland räkningarna om du inte kan betala alla. Det som är viktigast att betala är hyra, el och hemförsäkring i första hand. Du riskerar annars att bli vräkt, få elen avstängd eller inte få hjälp om du till exempel skulle råka ut för en olycka. Även avgift till arbetslöshetskassan och eventuell barnomsorg är viktiga. 

Om du inte får den hjälp du behöver 

Om kommunen inte har budget- och skuldrådgivning eller om du inte får den hjälp du har rätt till kan du skicka in en anmälan till Inspektionen för vård och omsorg (IVO). Det går att anmäla på fysisk blankett eller via e-tjänst. Anmälan blir allmän handling när den kommer in till IVO. 

Läs mer på IVO:s webbplats

Fäll ihop